Endamê Hevpeymana Fetih a Şîî, Hesen Salim, rexne li bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li beramberî êrişên dewleta Tirk girtin û got, “Yên li dijî êrişên Tirkiyeyê bêdeng dimînin, xiyanetkar in.”

Endamê Hevpeymaniya Fetih a Şîî Hesen Salim, li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr û Şengalê nerazîbûn nîşan da. Hesen Salim got, “Yên ku li beramberî binpêkirinên Tirkiyê, bombebaran û kuştina gelê me bêdeng dimînin, xiyanetkar in. Ne hêjayî wê yekê ne nûnertiya gelê Iraqê bikin.”

Di encama bombebarana dewleta Tirk a li dijî Mexmûrê û Şengalê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê şehîd bûn û gelek penaberên li wargehê jî birîndar bûbûn. Li Şengalê jî sê karkerên kolana bîrên avê şehîd bûn. 

BEXDA