BRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Demekî dirêj bû ku hewldanên avakirina yekitî û tifaqa hemû alî û pêkhateyên Şengalê dewam dikirin. Hevdîtin û xebatên bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi encam bûn û di 24’ê Hezîranê de bi navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî tifaqeke xurt a siyasî û civakî hate ragihandin. Ji aliyê ol û baweriyan ve nûnerên Şîa, Sunne, Mesîhî û Êzidî, ji aliyê hêzên siyasî ve jî PADÊ, Teqeddûm û YNK beşdarî vê tifaqê bûn. Di daxuyaniya hevpar a van hêzan de veger û jinûve avakirina Şengalê weke xala sereke hatibû destnîşankirin. Her wiha ji bo avakirina rêveberiya nû ya Şengalê (Qeymeqam, Şaredarî, rêveberên nahiyeyan û hwd.) biryar û îradeya gel esas tê girtin û siyasetek hevpar tê pêşxistin.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas derbarê avabûna vê tifaqê û armancên esasî de axivî û tifaqa ku hatiye avakirin li hemû gelê Şengalê pîroz kir.

9 sal bûn kar dihat kirin

Xwedêda Ilyas bi bîr xist ku hemû ol, bawerî û aliyên siyasî yên Şengalê beşdarî vê tifaqê bûne û got;“Ev 9 sal in kar û xebat li Şengalê di nav şertên zehmet de pêş diketin, hinek alî nedixwestin kar û xebat were meşandin. Lê îro gelê Şengalê dixwaze peywendiya xwe xurt bike, bi vê yekîtiyê wê Şengal were avakirin. Yek ji xalên peymana vê yekîtîyê ew e ku vegera xelkê Şengalê were pêşxistin. Xala duyemîn jî avakirina Şengalê ye. Xala sêyemîn jî avakirina îdareya Şengalê ye ku hemû sazî û dezgeh ji vî gelî re kar bikin.’’

Divê Iraq tifaqê esas bigre

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas her wiha bang li hikumeta Iraqê jî kir da ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê vê tifaqê esas bigire û ev peyam da: “Şengal di zor û zehmetiyan re derbas bû, lazim e hemû aliyên siyasî êdî girîngiyê bidin Şengalê. Ev tifaq li ser berjewendiyên gelê Şengalê hatiye avakirin, kes nikare rê li ber wê tifaqê bigire.”