- HPG: Hevrêyê me yê li serê her çiyayê Kurdistanê bi taybetî li Botan, Mêrdîn û Dêrsimê li ber xwe da, li derveyî sînorên welat têkoşîna xwe ya şoreşgerî bi serketî meşand û erka xwe ya fermandariya pêşeng a li Dêrsimê bi rêk û pêk bi cih anî.
HPG’ê Demhat Bêdar (Mehmet Can Korkmaz) ê ku li Dêrsimê şehîd bûye, bi bîr anî û got, “Wî li her qadê li dijî dagirkeran şer kir û bûye yek ji hevrêyên me yên fedaî.” Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li Demhat Bêdar wiha bi bîr anî: “Demhat Bêdar yek ji fermandarên pêşeng ê PKK’ê, zarokê mêrxas ê gelê Mêrdînê, gelê serhildanê, di 28’ê Sibata 2020’an de li Dêrsimê di êrişa dijmin de şehîd bû û tevlî nav karwanê nemiran bû. Hevrê Demhat, meşa xwe ya şoreşgerî bênavber domand, li her dera Kurdistanê gerîlatî kir, li her qadê li dijî dagirkeran têkoşîneke bêhempa meşand û mohra xwe li dîroka têkoşîna me da. Serê malbata hêja ya hevalê me Demhat tevahiya gelê Mêrdînê sax be."
HPG´ê ji bo fermandarê xwe yê şehîd got, "Hevrê Demhat, li Mêrdînê, li Nisêbînê, li nava malbateke Torî ji dayik bûye. Hevrê Demhat ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker neçar maye tevî malbata xwe koçî Stenbolê bike. Hevrêyê me Demhat ê Torî, hişmendiya wî ya welatparêziyê her tim zindî bû, tevî ku dûrî axa welat mezin bûye jî ji malbat û derdora xwe ya welatparêz fêrî çanda berxwedanê bûye, nirxên Kurdistanê fêm kirine û wisa mezin bûye.
Li dijî asîmîlasyonê bû şoreşger
Hevrêyê me Demhat ku li metropolên mêtingeran mezin bû, ji nêz ve bûye şahidê polîtîkayên asîmîlasyonê ku dagirker ciwanên Kurd dikin hedef. Hişmendiya wî ya welatparêziyê, berê wî daye têkoşînê û ew aniye ba PKK’ê. Hevrê Demhat ji bo felsefeya Rêber Apo, berxwedana dîrokî ya PKK’ê û şerê mezin ê ku gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê didomîne fêm bike, nêzî têkoşînê bûye. Hevrêyê me yê ku li zanîngehê beşa mamostetiyê dixwend, pê hesiya ku divê li hemberî êrişên dijmin ên di vê pêvajoyê de bibe bersiv û bi tevlîbûna nava xebatên ciwanan dest bi xizmeta têkoşîna şoreşgerî ya gelê me kir. Hevrêyê me Demhat li derdora xwe û di nava ciwanan de pêşengî kiriye. Hevrêyê me Demhat ku weke her Kurdî li hemberî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêbertiya me, gelê me û hemû nirxên pîroz ên bi têkoşîna me ya azadiyê, bi hêrseke mezin ev komplo hîs kir û ev komplo qet qebûl nekir. Di dema komployê de wî berê xwe day çiyayên Kurdistanê. Hevrê Demhat dema ku xwest tevlî nav refên gerîla bibe, dewleta Tirk a dagirker ew girt û xist zindanê. Hevrê Demhat 6 mehan di zindanê de ma, di vê pêvajoyê de hêrs û biryardariya wî zêdetir bûye. Hevrê Demhat bi îradeya xwe ya mezin hemû astengî derbas kir û di dawiyê de gihişt xeyalên xwe û di sala 2002’yan de tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû, hemû hewldanên dagirkeran pûç kir û serfiraziya xwe ya yekemîn a di nav refên têkoşînê de bi dest xist.
Li serê her çiyayê Kurdistanê
Hevrêyê me Demhat li dijî tesfiyekerên ji hundir û derve, xeta Rêber Apo bi milîtanî parastiye, bêyî dudilî di xeta şehîdan de bi lehengî meşa xwe dewam kiriye û weke milîtanê pêvajoyên zehmet bi tevlîbûna xwe bûye hevrêyekî mînak. Hevrêyê me pratîka xwe ya yekem li qada Kelareşê pêk anî. Wî zû xwe bi pêş xist û di demeke kin de bû pisporê taktîkên gerîla. Hevrêyê me yê ku hemû ruh û fizîka xwe fedayî têkoşîna şoreşgerî kir, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de li hemberî zehmetiyan, dest ji têkoşînê berneda û dizanîbû ku ew mîna av û nan hewcedarî azadiyê ye û li ser vî bingehî her kêliya jiyana xwe ji bo têkoşînê daye. Hevrêyê me Demhat, li dijî her dagirkerekî ku gav davêje ser axa Kurdistanê xwedî tol, kîn û hêrseke bêsînor e, hêrsa xwe di şerê xwe de jî nîşan daye. Ji hevrêyên xwe gelek hez kiriye, moral, vîn û hêz daye wan. Dilsoziya wî ya bi Rêbertiyê re bi germahiya sohbeta xwe, sekna wî ya kedkar û têkiliyên wî yên hevrêtiyê re nîşan dida. Hevrêyê me yê li serê her çiyayê Kurdistanê bi taybetî li Botan, Mêrdîn û Dêrsimê li ber xwe da, li derveyî sînorên welat têkoşîna xwe ya şoreşgerî bi serketî meşand.
Bû fermandarê pêşeng ê Dêrsimê
Hevrêyê me Demhat, sala 2005’an ji bo xwe di xeta fedaîbûna PKK’ê de kûr bike kete nava Hêzên Taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me Demhat bi perwerdehiyan di felsefeya Rêber Apo de kûr bûye, mîna milîtanekî fedaî her roj asta têkoşîna xwe bilind kiriye. Hevrêyê me Demhat, sala 2009'an careke din çû Bakur, heta sala 2013'an li Bakurê Kurdistanê pratîk kir û di gelek darbên li dijî dagirkeran de bi rola pêşengiyê rabû. Hevrêyê me Demhat ê ku ji bo pratîkkirina Şerê Gel ê Şoreşgerî kedeke mezin da, erk û berpirsyariyên serdemê serketî bi cih anî. Berê hevrê Demhat, dilê wî û mejiyê wî her tim li Bakurê Kurdistanê bû. Hêrs û kîna bêdawî ya li hember dagirker û mêtingeran ew her tim bi hêz hiştiye. Hevrêyê me ku ji bo hilanîna tola şehîdên me yên nemir û pêkanîna xeyala wan a Kurdistana azad bêwestan xebitî, her tim bi barê mezin ê li ser milê xwe û giraniya wezîfeyên şoreşgerî hesiya û li ser vî bingehî tevlîbûn ji xwe re kir esas.
Hevrêyê meli ser pêşniyaza xwe, sala 2017’an berê xwe da Bakurê Kurdistanê Dêrsimê û bi hevrêyên xwe re 3 salan berxwedaneke destanî pêk anî. Hevrêyê me yê ku erka xwe ya fermandariya pêşeng a li Dêrsimê bi rêk û pêk bi cih anî, taktîka gerîla ya serdema nû bi awayekî serketî xist pratîkê û derbên giran li dagirkeran xistin.
Mîrateya têkoşînê ya ku milîtanê pêşeng û fermandarê me Demhat li dû xwe hişt, ku di navenda fedaîbûnê de li ser fedaîbûnê kûr bû û xeta berxwedan û serketinê ya PKK'ê di jiyanê û şer de pratîk kir, wê her tim rêya me ronî bike.“
Nasnameya şehîd Demhat Bêdar wisa hat eşkerekirin:
Demhat Bêdar (Mehmet Can Korkmaz) ê li Nisêbînê ji dayik bûye, kurê Naciye û Ehmed, 28’ê Sibata 2020’an li Dêrsimê şehîd bû.