Kenê mirov bi daxwaza teslîmkirina Zarakolu tê

Sêşem 5 Tîrmeh 2022 - 21:45

  • “Daxwaza îadekirina min a ji ber dozeke sala 2012’an a ku di endcamê de serbest hatibûm berdan, kenê mirov bi xwe tîne.”

ERGÎN ÇAGLAR / MA/STENBOL

Ragip Zarakolu got, Tirkiyeyê di civêîna bilind a NATO´yê ya li Madrîdê de ku weke “serketin” pêşkeş kiribû, tiştek bi dest nexistiye û ji bo daxwaza îadekirina xwe jî got: “Daxwaza îadekirina min a ji ber dozeke sala 2012’an a ku di endcamê de serbest hatibûm berdan, kenê mirov bi xwe tîne.”

Zarakolu anî ziman ku Serokkomarê AKP’ê Erdogan xwest hewldana endametiya NATO’yê ya Fînlandiya û Swêdê ji bo xwe weke firsendekê bi kar bîne: “Ev polîtîka bi tevahî li ser esasê berjewendiyan e. Karta NATO’yê li dijî Swêd û Fînlandiyayê weke amûreke zextê bi kar tîne. Tirkiye dibêje pirsgirêka min a ‘terorê’ heye. Lê belê ne pirsgirêka ‘terorê’ lê pirsgirêka Kurd heye. ” 

Zarakolu li ser civîna bilind a NATO´yê û memoranduma sêalî jî got, “Tirkiyeyê tiştek bi dest nexist. Ji ber ku Fînlandiya û Swêdê bi zimanekî dîplomatîk got, ew ê di çarçoveya daxwaza Tirkiyeyê de dîsa li dosyayên kesên Tirkiye weke ‘terorîst’ pênase dike, binihêrin. Jixwe demekî kin piştre gotin, dosyayên 19 kesan li Dadgeha Bilind biencam bûne û ev daxwaz wê neyê qebûlkirin.” 

Zarakolu bi bîr xist ku niha hejmara kesên ku Tirkiye daxwaza lêvegerana wan ji Swêdê dike bûye 72 û got, “Di vê lîsteyê de navê parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabahev jî heye. Ev jî nîşan dide ku ‘tevgereke’ li dijî Kurdan e. Tirkiyê ev lîste pirr micid amade kir lê di mijara îadekirinê de hikûmeta Swêdê pirr baldar nêz dibe. Daxwaza lêvegerandina min, tacîzek e û dixwaze wan aciz bike. Nexwe, bingeheke hiqûqî tine ye. Ji vê dozê, ez di sala 2012’an de hatim berdan. Ji ber vê dozê daxwazkirina lêvegerandina min, kenê mirovan bi xwe tîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.