Şehîd Kemal Şêx Sade (Kemal Pênciwênî) di pêncemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Pênciwênê hate bîranîn.

Di merasîmê de Kurê  Şehîd Kemal Pênciwênî, Kurdo Kemal axivî û got, “Rêbaza Şehîd Kemal ji bo xizmeta gelê Kurd û Kurdistanê bû. Me dixwest îsal jî bi merasîmeke mezin Şehîd Kemal bi bîr bînin, lê ji ber şewba virûsa koronayê me nekarî. Dil dixwest îro dayîka min jî di vê merasîmê de amade bûya, lê wê jî weke bavê min em hiştin û çû. Ya ku bavê min gihand vê astê, dayika min bû.”
Endamê Tevgera Azadî ya Herêma Şarezur, Soran Mela Hesen jî di merasîmê de got, “Şehîd Kemal bi xwîna xwe piştrast kir ku ew ji bo doza gelê xwe, Kurdekî xwedî helwêst e. Ew kesekî têkoşer û bi cesaret bû, Şehîd Kemal bi têkoşîna xwe hêz û moralekî mezin da gelê xwe bi taybetî jî gelê Pênciwênê û herêma Şarezurê.”

Di 13’ê Nîsana sala 2016’an de li navçeya Pênciwênê ya ser bi Silêmaniyê, Welatparêzê Kurd Kemal Şêx Sade ji aliyê kesên nenas ve hat revandin û cenazeyê wî piştî wê bi rojekê li nêzî Pira Guxlan hat dîtin. Şûna 13 guleyan li ser bedena wî hebû.

ROJNEWS/SILÊMANÎ