Kêliya ku Meryem ‘mizgîniya xêrê’ dibihîse

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Hezîran 2022 - 02:53

Hunermendê Lehistanî Dominik Wdowski, rolyefên du ber yên weke peykeran çêdike. Wî herî dawî  rolyefeke du ber ya Meryema ji Nasirayê, ya ku weke diya Hz. Îsa tê zanîn, çêkiriye. Wî di vê berhema xwe de awir û nihêrîna Meryem ya ku ew fêhm dike êdî dê bibe diya Hz. Îsa, bi me dide hîskirin. Ji ber wê rolyefeke balkêş û bi tesîr e. 

Wdowski navê “Mizgînî” li rolyefa xwe kiriye û ji bo vî karî, ew 18 mehan xebitiye. Çav, birû, por û cilên li Meryemê bi baldarî û li gorî teknîk, ango rêûresmên berê hatine çêkirin. Awir û rûyê Meryem bi awayekî baş hatine çêkirin, weke ku ew li benda vê mizgîniyê bûye, lê hîna jî pê ne bawer e bê ka ev xeber rast e yan na. Wî bi vê rolyefa xwe ruh û can daye kêliya hizirîn û nihêrîna Meryem ya dema ku “Mizgîniya xêrê” dibihîse. 

Wdowski ji bo vî portreyê Meryemê çêke daye pey rûyê lîstikvana bi navê Oliva Hussey ya ku di filma “Îsa’yê ji Nasira” yê Franco Zafirelli de lîstiye. Wî ev rûyê di filmê de ji xwe re weke çavkanî hilbijartiye û li gorî vê çavkaniyê rûyê Meryem çêkiriye.

KRAKOW

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.