Keleha Ûrartûyan li Çiyayê Akê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Tebax 2022 - 21:03

  • Bermahî nîşan dindin ku keleha Ûrartûyan li nava zinaran hatiye çêkirin û çar qedemeyên wê û odeyeke gornan tê de hene. 

Li navçeya Wanê Payîzavayê, di encama xebatên erdkolana arkeolojîk de, şopên keleheke Ûrartûyan hatine dîtin. Keleh li Çiyayê Akê hatiye dîtin ku bilindahiya wî 2 hezar û 900 metro ye. 

Bermahî nîşan dindin ku keleha Ûrartûyan li nava zinaran hatiye çêkirin û çar qedemeyên wê û odeyeke gornan tê de hene. Her weha birca çavdêriyê, coka avê, maleke mezin jî di kelehê de hene.  

Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, bi serokatiya Prof. Dr. Rafet Çavûşoglûyî, lêkolînan li herêmê dike. Ew niha li ser kelehê dixebitin. 

10 kes di nava ekîba navbirî de hene. Di komê de arkeolog, antropolog, dîrokzanên huner û akademîsyen hene. 

Çiyagerê pispor Mustafa Bîngolî rêberî ji ekîbê re kiriye û ekîb piştî rêwitiyeke 3 saetan gihîştîye serê çiyê.
Li gorî ekîbê, rêveberên Ûrartûyan ev der bi kar aniye.

Prof. Dr. Çavûşoglûyî derbarê kelehê de got, keleh bi teknîka "pîramîdal" hatiye çêkirin û taybetmendiyên Ûrartûyan a klasîk dihewîne.

Dirêjiya kelehê 100 mêtro û berê wê jî 25 mêtro ye. Di hundirê wê de cihên qesr û xanî jî hene. Başûrê Çiyayê Akê bi qedeme ji bo bicihûwarbûnê hatiye bikaranîn. Li serê çiyê jî cihekî çavdêriyê heye. Li gorçî arkeologên tîmê, ji ber cih nêzîkî kaniyan e jî hatiye hilbijartin.

Çavûşoglûyî van agahiyan li ser kelehê dide: "Dîwarê derve yê vî cihî 2 metro ye. Ev der nexasim ji hêla xwedîkirina heywanan ve pirr girîng e, îro roj jî zozanek e ku pez lê diçêre. Li hêla başûr a kelehê 30 metro coka avê heye ku li ser teht hatiye vekirin. Tiştekî girîng ê din jî gora di tehte de ye. Ev gor di zikê tehtekî da hatiye kolan û bi qasî 10 metroyan ji erdê bilind e. Ji ber ku pirr asê ye, me nikarîbû hilkişin wir, lewma me bi droneyê dîmenên wê girtin. Taybetiyên klasîk ên Ûrartûyan tê de hene." 

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.