• Anne Galante ya Brezîlî hunermendeke hûnandin û raçandinê ye ku hunerê xwe di galerî û pêşnagehan de asê nake. Bi ya wê her berhem birina serî ya xewnekê ye: Hevringên jiyanê ya jibermayî qut dikin û em xewna xwe dibin serî, temam dikin bi dawiyeke bêqisûr!

Gava bistik, nîk û şûjin di destê jinekê de bin, ew ne tenê wê kêliyê kumekî, goreyekê yan jî fanereyekî çêdike, ya ew dike huner e. Ew gava dirêse jî, gava dihûne jî ya ew dike, huner e. Qet nebe bi ya Anne Galante wisa ye. Ev jina Brezîlî, ne ku wisa dibêje, ew bi pratîka xwe jî dike bi israr vê dixwaze piştrast bike. Ji bilî bistik, nîk, şûjin, ta, ben, û rîsên cihê, ew mezinahiya bistik, şûjin û nîkan, stûriya ta, ben û rîsan jî heta bi “extravagant” dibe. Li vir extravagant ne bi maneya musrifiyê lê bi maneya mubalexe û mezinkirinê lê ye. Ew bi xwişka xwe Ana re dixebite li navenda malî ya Brezîlyayê São Pauloyê karê xwe dike. 

Ji zarokan re dike zemînekî lîstikê

Anne Galante hunerê xwe di galerî û pêşangehan de heps nake. Anne Galante tercîh dike li dibistanan, li navendên civakî, li meydanên lîstika zarokan. li baxçeyê mala xwe, li dergûşxane û baxçeyên zarokan deyne. Benên 5-6 santîman stûr gava bi kar tîne da ku merşekê çêke, wê merşê jî ji zarokan re dike zemînekî lîstikê. Yan jî gava wê kurmik û marên dêw bi bistikên xwe hûnandin, ew dûrî kesî nekirin, ji zarokên beriya dibistanê re kirin balgeh, doşek û lîstik.
Toreke mezin bi tayên stûr li baxçeyê wê bû landik û deydîk. Gulokên dêw ên di destê wê de tevî wan bistikên dêw, ne esasê hunerê wê ye. Hunerê wê bistik, nîk û şujinên em nas dikin û ta û benên em nas dikin, nexasim jî ji zarok û jinan re betanîk û lihêfkan çêdike. Nexasim jî bi hevkariya jinên xwecihî yên Emerîka Latîn re kar dike.

Anne Galante 12 salî dest bi karê hûnandinê û raçandinê dike. Xwişka wê Ana jî ji zanîngeha São Paulo dîzayn mode û tekstîlê xwendiye. Lê pirraniya afirandin û kreasyonan ên Anne Galante ne.

Ji bo hunerê xwe ew weke helbestekê gotinên xwe dike rêz: “Hizra min a di xeyalan de herfan peyda dike di nava bayî de, ew jî dikevin ser bistikên min û dest bi afirandinê dikin. Kêlên bi rêkûpêk weke ku gêj bûbin xuya dikin, û metro bi metro ta û ben fitlan didin xwe, li hev digerin, û tevahiya jidiliya min di nava çendek rêzên gotina çîrokekê de bi cih dikin; û ew jî bi hev re terîfnameya jiyana min li nav hev dixin.”  

‘Kargeha hebûna min’

Bi ya wê, dest maneyeke efsûnê çêdikin, ji ber wê ya çêdibe, “afirîn” e. Ew maneya efsûnî jî li gorî wê lihevbadan û hûnandina materyalan a tesadûfî ye “weke şiverêyên dide ber xwe.” 

Ew ji bo kêlên bi hevrîşmê dibêje, “kargeha hebûna min” ku roja wê ya îro bi surprîzan dadigirin, lê “bêyî sirran”. Ew siberojê “kêl bi kêl bi hev ve dikin mişt ji eşq û hêviyê.” 

Merş û lihêfkên hûnandî ji bo wê pirr taybet in. Li gorî wê li ber mirov du rê, du tercîh hene: “Yan em ê her tiştî temîr bikin da ku ji nû ve dest pê bikin, yan jî em ê hemûyî betal bikin. Ji ber rabihuriyê mayî!” 

‘Em xewna xwe dibin serî’

Meqes, ne bêguneh e, edi hunerê wê de: “Hevringên jiyanê ya jibermayî qut dikin  û em xewna xwe dibin serî, temam dikin bi dawiyeke bêqisûr!”
Ew her berhema xwe weke pêvajoyeke hînbûnê dibîne, her sala xwe jî saleke xwe bipêşxistinê, ji ber wê jî minetdar e: “Her sal em fêr dibin bi pêpelika beridînê hilikişin jor, pêlik bi pêlik, gav bi gav, kêl bi kêl.

Me kenekî xemlê hunand li ser rûyê xwe û em minetdar in ji bo vê jiyana mişt ji raçînk, hûnandin û serpêhatiyan.”

NAVENDA NÛÇEYAN