Ji serokên berê yê Heyva Sora Kurdistanê Îpek Demîrkaya li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hat veşartin.

Demîrkaya di navbera salên 1997-98ʼan de serokatiya Heyva Sora Kurdistanê kiribû û 9ʼê Çile li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê di 85 saliya xwe de bi şewba koronayê wefat kiribû.

Demîrkaya ku di sala 1937ʼan de li Kurcik a Meletiyê tê dinê, sala 1964ʼan weke karker tê Elmanyayê. Herçiqasî sempatîzanê çepê Tirkiyê bû jî paşê di nava Tevgera Azadiyê de kar kir û nexasim gelekî bi karûbarên gaziyên Kurdistanê re mijûl bû û kedeke mezin di nava Heyva Sora Kurdistanê de da. Mirovekî diltenik û alîkarîxwaz bû. Cenazeyê wî li cem hevjîna wî Gulistanê hat veşartin.

POLÎTÎKA AZAD