Yusuf Berk ê 82 salî ku li Rihayê wek Apê Ûsiv û dilxwazek doza azadiyê tê zanîn ji ber nexweşîya lewaziya pişikê jiyana xwe ji dest da. Apê Ûsîv bi henek, govend, coş û morale xwe jî dihat nasîn, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan dihat tedawîkirin û vê sibehê koça dawî kir. Cenazeyê Apê Ûsiv wê li Goristana Bedîuzzman a li taxa Hizmali ya Halîliyeyê bê veşartin. Malbata Berk wê şîna xwe li Mala Şînê ya Kuşçuoglû ya li taxa Suleymaniyê deyne.  

Apê Ûsiv ji navenda Rihayê bû û bi salan bi cilên xwe yên kurdî li refên pêş ên çalakî û şahiyan cih digirt. Berk cara ewil di nava xebatên Partiya Kedê ya Gel (HEP) cih digire û bi salan li gel wê enerjiya xwe ya berz hema bêje çalakiyek û şahiyek bernade. Apê Ûsiv di hevpeyvînek xwe ya di Ajansa Mezopotamya de diyar kiribû ku wî di sala 1969’an de têkoşîna tevgera azadiya kurd nas kiriye û wî cara ewil di siyaseta kurd de siyasetmedar Ferîdûn Yazar li Stenbolê nas kiriye û bûye mêvanê wî. Apê Ûsiv destnîşan kiribû ku wî Rêber Abdullah Ocalan jî ji nêz ve nas kiriye û piştî li axaftinên Ocalan guhdar kiriye ew aşiqê têkoşîna azadiya kurd bûye. 

Bila herkes were govenda azadiyê 

Têkoşîna Apê Ûsiv ji HEP’ê heta HDP’ê bêwestan û bênavber bi baweriyek xurt berdewam kir. Apê Ûsiv di berxwedana piştgiriya Kobanê de li ser sînorê Pirsûsê, di çalakiyên ji bo piştevaniya cihên wek Cizîrê û Nisêbînê de cih girt û roja ku Qetlîama Garê ya Enqereyê pêk hat jî ew ji bo mitîngê li wê qadê bû, lê tiştek bi wî nehat.  

Berk di hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa me de gotibû, “Em ê bi ser bikevin. Wê govenda me ya azadiyê qet nesekine, divê her kes di vê govendê de cihê xwe bigire.” 

MA/RIHA