Keda herî mezin a Rêber APO ye

Pêncşem 14 Mijdar 2024 - 02:55

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi wesîleya 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji dest çeteyên DAIŞ’ê peyamek nivîskî parve kir. Peyama YBŞ’ê wihaye:"Weke tê zanîn em weke civaka Êzidî, di dirêjahiya dîroka xwe de, heya roja me ya îro rastî gelek ferman, komkujî, derbederî, koçberî..hwd hatine. Du sedemên sereke ya encamên van  êş, ezer û tirajediyan hebûn; ya yekê; nebûna hêza xwe parastina cewherî bû. Ya duyem jî; bê rêxistinbûn bû. Piştî fermana 3 tebaxa 2014’an ya bidestê DAIŞ û xiyaneta PDK’ê êdî ev rastî hîn zêdetir hat eşkere kirin. Di encama berxwedanî û lehengiya bi sedan fermandar û şervanên azadiyê de em bûn xwedî destkeftî. Lê sondxwerê dijminahiya kok û hebûna me dewleta Tirk a dagirker, tevî xeta hevkar ya PDK  û bi bêrûmetî û çavzexeliya dijminê kokê ji bo ku van destkeftiyan tine bike û jinav bibe serî li her rê û rêbazî dide. Di ronahiya fikir û ramanên Rêber APO de, sekin û berxwedana gelê Êzidî her wiha bi ruhekî fedakar tevlîbûn û piştgiriya gel û ciwanên ji her çar parçeyên Kurdistanê ya li ser esasê bangewaziya Rêbertî serkeftina Şengalê hate bidestxistin. Li ser vê bingehê em weke civak û hêz Rêberê Netewa Demokratîk Rêber APO silav dikin û dilsoziya xwe ya Rêberê Gelan nû dikin. Ger ku cîhanê berxwedana çiyayê Şengalê nas kir û li her derê deng veda û bû nasmane û xetek, helbet divê mijarê de keda herî mezin ji aliyê Rêber APO û şagirtên wî ve hate dayîn. Gelê Kurdistanê di şexsê civaka me ya Êzidî ya berxwedêr de jî bi sekna xwe ya hêja û biwate ya dîrokî, faşîzma DAIŞ’ê û hevalbendên wan li çiyayê Şengalê binxistin. Li ser vî esasî em 9’mîn salvegera rizgarkirina Şengalê di serî de li Rêber APO, şehîdên xwe, malbatên şehîdan, gelê xwe, li şervanên YPG-YPJ’ê û li jinxas û mêrxasên Apoyî  ku îro li çiyayên azad li hemberî  dagirkerên xwedî hişmendiya DAIŞ’in, destan û efsaneyan dinivîsin, pîroz dikin."

Merqeda Zerdeştê Kal

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek nivîskî rizgarkirina Şengalê pîroz kir û hate gotin: “Pêwîste were zanîn cara yekê ye ku gelê Şengalê bi vî awayî tê parastin û bi serbilindî vedigere warê xwe yê pîroz. Gerîla û şervanên azadiyê yên bi ruhekî fedaiyane û bi cesaretek bêhempa li hember çeteyên DAIŞ’ê yên hov şer kirin, warê Derwêş û Edûlan rizgar kirin û xaka pîroz bi canê xwe parastin. Ciwanên Şengalê tevî qehremanên HPG’ê, YPJ û YPG’ê gelê resen ê Şengalê parastin, canê xwe ji wan re kirin pirek da ku gel vegerin warê xwe. Tola komkujiya 74’an hat rakirin. Jixwe tişta herî xerab û şerm jî ew bû ku mala Barzanî û hêzên girêdayî wan ên xayîn û tirsonek gel di wê rewşê de hiştin û ji bo canê xwe xelas bikin, reviyan. Lê şêrejin û mêrxasên Kurd, gerîlayên azadiyê yên weke duwanzdekan hatin binavkirin û hêzên YPG-YPJ’ê berê xwe dan warê pîroz, li merqeda Zerdeştê Kal xwedî derketin, ew warê pîroz ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Weke gaziyên şer em careke din rizgarkirina Şengalê di serî li xelkê Şengalê li tevahî gelên herêmê pîroz dikin. Ji bo parastina Şengalê û gelên herêmê çi erk û wezîfeya bikeve ser milên me em ê pêk bînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.