Behlûl Avyanî yê 60 salî, di sala 1994’an de talan û wêrankirina dewleta Tirk ya li ser gundê xwe qebûl nekir û bi xizmên xwe re berê xwe dan rêwîtiya penabertiyê. Piştî rêwîtiyek dirêj a penabertiyê li Wargeha Mexmûrê bicih bû. Weke her penaberekê yê Wargeha Mexmûrê hem weke malbat, hem jî weke kes tişta dikeve ser milê wî bê dudilî pêk an. Ji bo wê jî salên dirêj yên jiyana xwe da ji bo xizmetkirina gelê xwe. Behlûl Avyanî ku ev 28 salin bênavber di Şardariya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de karê binesaziya sîstema avê dike, têkildarî kar û xebatên xwe axivî.
Tişta herî bingehîn av bû
Avyanî diyar kir ku di sala 1995’an de li Etrûşê li ser daxwaza komîteya şaradariya wê demê dest bi karê binesaziya sîstema ava wargehê dike û dibêje: “Di pêvajoya destpêka penabertiyê de me gelek zorî di aliyê avê de dît. Me gelek wargeh guhertin, her wargeha ku em lê bicih dibûn me destpêkê amadekariyê xwe yên avê dikirin ku emê çawan bikaribin ava gel dabîn bikin, ji ber ku pêwîstiya bingehîn av bû.”
Gelê Kurd divê yek be
Avyanî di dawama gotinê xwe de destnîşan kir ku hemû sazûmaniya sîstema ava wargehê û ya navçeya Mexmûrê bi destê xwe çêkiriye û got; “Bost bi bost, santîm bi santîm hemû xetên avê yên wargehê û navçeya Mexmûrê min bi destê xwe çêkiriye. Ez karê xwe bi dilxwazî û keyfxweşiyek mezin dikim. Ji ber ku xizmeta gelê xwe, ji bo min serbilindî ye.”
Behlûl Avyanî di dawiya gotinên xwe de bal bire li ser keda xwe ya 28 salan ya di pêvajoya penabertiyê de û banga xurtkirina berxwedan û yekîtiya netewî li gelê Kurd kir û got; “Ji ber ku ya ji gelê Kurd re herî pêwîst, têkoşîn, berxwedan û çêkirina yekîtiyê ye.”
ROJNEWS/JIYAN PÎRAN