Keçê da ser riya bavî

Yekşem 22 Gulan 2022 - 22:06

  • Dewleta Tirk a dagirker li Çemçemal û Mexmûrê 6 welatî şehîd kirin. Keça şehîd Îsmaîl Îbrahîm ê ji Çemçemalê, di taziyeyê de got, ew ê heta dawiyê li ser riya bavê xwe têbikoşe. 

Şemiya bihurê dewleta Tirk a dagirker bi droneyên çekdar êriş bire ser welatiyên li Çemçemal û wargeha penaberan a Mexmûrê. Di van êrişan de 6 Kurd şehîd bûn. Şehîdê li wargeha Mexmûrê û du şehîdên ji Çemçemalê hatin veşartin. Tevgera Azadiyê bi daxuyaniyekê got, Aram û Îsmaîl (du şehîdên Çemçemalê) li ser rêya Azadiyê şehîd bûne. 

Artêşa Tirk a dagirker pêr li li gundê Tuteqel ê bajarokê Axcelar ê ser bi Çemçemala Silêmaniyê ve  bi droneke çekdarî êrişê wesayîtekê kir. Di êrişê 5 welatî şehîd bûn û welatiyek birîndar bû. Nasnameya du şehîdan eşkere bû. Herdu jî ji gundê Tuteqel in. Ew jî Aram Hacî Kake Xan û Îsmaîl Îbrahîm in. Her du jî pismamên hev in û Aram Hacî keyayê gundê Tuteqele ye.

Ji bo her du şehîdan li Çemçemalê konê sersaxiyê hat vedan. Li gel xelkê herêmê aliyên siyasî û kesayetên naskirî diçin serdana konê sersaxiyê.

Her wiha şandeyek bi pêşengiya Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Evîn Siwêd û şandeyek bi pêşengiya Hevserokên Tevgera Azadî Tara Husên û Mihemed Abdulah çûn serdana malbatên şehîdan û sersaxî ji wan re xwestin.

Şehîdên li ser rêya azadiyê

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah li konê sersaxiyê axivî û got, "Aram û Îsmaîl li ser rêya azadiyê şehîd bûn."

Mihemed Abdullah got, "Şehîd Îsmaîl û Aram welatparêz, dilsozê ax û welatê xwe bûn. Xizmeteke mezin ji bo herêma xwe kirin. Malbata me ya hêja hem li ser destê rejîma Bees û heman demê niha jî li ser destê dewleta faşîst a Tirk qûrbanî dane."

Abdullah anî ziman ku têkoşîna tê kirin li ber dagirkeriyê bûye asteng û got: "Dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare li ber vê berxwedanê rawest e, ji bo wê piştevaniyê ji hêzên din dixwaze û digire. Têkoşîna ku heval Aram û Îsmaîl tê de şehîd bûne têkoşîneke azadiyê ye."

Keça şehîd Îsmaîl Îbrahîm jî çaketê bavê xwe li xwe kiribû û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser xeta bavê xwe têbikoşe.

Mexmûrê şehîdê xwe sipart axê

Dewleta Tirk şemiyê êriş bire ser Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî jî (Mexmûr). Di êrişê de Hecî Mîrza Elî Goyî şehîd bû. Hecî Mîrza Elî Goyî debara xwe bi karê çandinî û xwedîkirina pez dikir. Pêr nîvrojê, pezê xwe dixe govê û bi erebeya xwe ber bi mal ve dide rê, hîna di erebeya xwe de bû, bû hedefa balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk. Hecî Mîrza Elî Goyî di êrişê de birîndar bû û ew birin nexweşxaneya wargehê. Ji wir jî birin wargeha Geyara. Hecî Mîrza Elî Goyî li nexweşxaneyê şehîd bû. Cenazeyê Hecî Mîrza Elî Goyî doh êvarê piştî merasîmeke li Saziya Malbatên Şehîdan hat veşartin. 

Di dema merasîmê de Hevserokê Şerdariya wargehê, Bedran Pîran got, “Li her çar parçeyên Kurdistanê, li ser tevgera azadî êriş hene. Herî dawî êrişî wargeha berxwedanê kirin. Wê nikaribin bi van êrişan îradeya wargehê bişikînin. Bi xencera xayînan, xencer li pişta wargehê dan.

Bila deweleta Tirk a faşist û hevkarê wê, Mala Barzanî yên ku destê xwe dirêjî pakrawan û gelê me dikin, nebêjin, ev yek wê ji me re bi mîne.

 Em li vir soza ku şehîdên me dayî dubare dikin, em ê destê xiyanetkaran bişkînîn. Ji ber ku îro dijmin li hember pakrawanên azadiyê çok didanin erdê.” Piştre cenazeyê şehîdî li goristana wargehê hat veşartin.

YNK’ê xwest êrişên dewleta Tirk bên sekinandin

Polîtbûroya YNK’ê derbarê êrişên dewleta Tirk ên li Çemçemal û Mexmûrê de daxuyaniyek da. YNK´ê  xwest demildest êrişên dewleta Tirk werin sekinandin û ji hikûmeta Iraqê jî xwest, bi rêyên dîplomasiyê dewleta Tirk ji van binpêkirinan agahdar bike û bang li balyozê Tirk bike.

YNK´ê di daxuyaniya li dijî êrişên li dijî Çemçemal û Mexmûrê got, “Em bi fikarên zêde li van bûyerên ewlehî û binpêkirinên sinorî dinêrin û van bombebaranên belefirên Tirkiyê yên li ser bajarokê Axceler ê ser bi Çemçemalê û kampa penaberan a Mexmûrê, şermezar dikin.”

YNK´ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, “Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin da ku erka xwe ya desturî û nîştimanî ya ji bo parastina xak û asîmanê Iraqê, Herêma Kurdistan jî di nav de, pêk bîne. Divê hikûmeta Iraqê bi rêyên dîplomasiyê hikûmeta Tirkiye ji van binpêkirinên wê agahdar bike.”

YNK´ê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwest, bang li konsolosê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê bike û li ser êrişan nerazîbûnê nîşan bide. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.