SÎMA BORIKÊ / ANHA / QAMIŞLO

Melek Azad Abdullah ku 2011`an li Qamişloyê hatiye dinê, refa 6’an a dibistana Kurdî bidawî kiriye. Melek di demên xwe yên vala de carinan bi dayîka xwe re diçe pêşengehên hunerî jî. Di pêşengehek vana ku hunerên destan hatibûn pêşandan de, bazin, gerdenî û gustîlên bi morîkan hatine çêkirin bala wê kişandine.

Li gorî gotina wê dema vegeriya malê, ji dayika xwe morîk xwestine. Dayika wê jî ev daxwaza wê bicîh aniye. Piştre jî dest bi çêkirina bazin, gerdenî û gustîlan kiriye. Melek ku nêzî salekê ye vî karî dike, êdî bûye pisporek û hunera xwe pêşkêş dike. Berhemên xwe dide kesên ku dixwazin. 

Melek bi tiliyên xwe yên biçûk ta bi dar vedike û li gorî temenê kesan rengan berhev dike. Ji wan gerdenî, bazin û hungulîsk (gustîr) ê ji morîkên tep û rengîn çêdike.

Her wiha li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî berhemên xwe pêşkêş dike.

Meleka li kêlek karên destan perwerdeya werzîşê û melevaniyê jî dibîne. Melek ku ji karê xwe hez dike, dixwaze ku hemû zarok li gorî jêhatiyên xwe karibin kar bikin, hunera xwe derxînin holê.