Keç û zavê xwe jî kuştine

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Gulan 2021 - 01:01

Derhênerê Îranî, Babek Xuremdîn ji aliyê bav û dayîka xwe ve hatibû kuştin. Derket holê ku dê û bavê wî keç û zavayê xwe jî kuştine.
17’ê Gulanê cenazeyê Babek di nav çopa taxeke Tahranê de hatibû dîtin. Zû derket holê û dê û bavê wî jehr danê û paşê laşê wî hûr kirine û avêtine çopê. 

Niha derket holê ku dê û bavê derhênerî keça xwe û zavayê xwe jî bi heman awayî kuştine. Ew li xwe mikur hatine ku wan zavê xwe sala 2011'an û keça xwe jî 2018´an kuştiye.

Lê cenazeyên parçekirî yên keçê û zavê yên li nav çop û gelaşê nehatibû dîtin.

TEHRAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.