• Muharremê 16 salî li cihê perwerdeya nîşanê ya polêsên tîmên taybet a dewleta Tirk li Rihayê kuştî hatibû dîtin. Parlamenterê HDP´ê Gergerlîoglu ji wezîrê Tirk Soylu pirsî ka kes ji ber kuştinê hatiye girtin yan na. Li aliyê din derkete holê ku rapora otopsiyê ya li ser laşê Muharrem Akesem jî nedane malbatê.

Ciwanê bi navê Muharrem Aksem ê ku şivantî dikir, li cihê perwerdeyê yê polêsên tîmen taybet, kuştî hatibû dîtin. Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîogu ji ber kuştina Aksem ji Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu gelek pirs kirin. 

Muharrem Aksem ê 16 salî di 23’yê Adarê de li cihê perwerdeyê yê polêsên tîmên taybet ê li Taxa Mîcît ê navçeya Eyyûbiye ya Rihayê kuştî hatibû dîtin. Ew cih jî cihê perwerdeya guleberdanê ya polêsan bû. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu kuştina Aksem xiste rojeva Meclîsa Tirk. Gergerlîoglu xwest Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu bersivê bide pênûmapirsa wî. Di pêşnûmapirsê de Gergerlîoglu bi bîr xist ku Aksem li cihê perwerdeyê yê polêsan ku li wir gule dihatin avêtin, kuştî hatiye dîtin, gelek gule li laşê wî ketine û gelek endamên laşê Aksem jî jê bûne. 
 
Rapora otopsiyê nedane

Di pêşnûmapirsê de hat destnîşankirin ku piştî kar û barên li Saziya Tipa Edlî (ATK), cenazeyê Aksem rakirine morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan. Her wiha hat gotin, beriya bi 3 mehan li cihê bûyerê şivanan çendek dîmen kişandine û ev agahî hatin parvekirin: “Di wan dîmenan de tê dîtin ku polêsên tîmên taybet li wir guleyan direşînin. Piştre kesek birîndar dibe û li ser vê yekê jî ambulansek tê cihê bûyerê. Her wiha di dîmenan de xuya dibe ku ji cihê bûyerê dû bilind dibe.” 

Gelo lêpirsînek hat destpêkirin?

Omer Faruk Gergerlîoglu ev pirs ji Soylu kirin: 

- Îdiayên li jor hatine destnîşankirin gelo rast in yan na?

- Heke ev îdîa rast bin, gelo derheqê bûyerê de lêpirsînek hatiye destpêkirin? 

- Heger ev îdîa rast bin, gelo polêsan li cihê bûyerê Muharrem Aksem bi zanebûn û bi daxwaza xwe kuştine? 

- Di rapora ATK’ê de sedema mirina Muharrem Aksem weke çi hatiye diyarkirin? 

- Gelo di laşê Muharrem Aksem de û li cihê bûyerê berikên fîşekan hatine dîtin yan na? 

- Ev devera ku weke cihê perwerdeya nîşanê ya polêsan hatiye destnîşankirin, gelo walîtiyê ji wan re veqetandiye yan polêsan li gorî serê xwe ev der neqandiye? Heke destûra walîtiyê nebe û bergiriyên ewlekariyê nehatibin girtin, gelo van polêsan li gorî serê xwe gule berdane?

Heke ev yek hatibe kirin, gelo li gorî kîjan qanûn û rêziknameyê kirine? 

- Derheqê bûyerê de lêkolîneke balîstîkî hatiye kirin an na? 

- Gelo berikên fîşekan ên di laşê Muharrem Aksem de hatine dîtin di qeydên midûriyeta polêsan de hene yan na? 

- Heta niha derheqê çend polêsan de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Çend polês ji kar hatine dûrxistin? 

- Gelo şahidên bûyerê hene yan na? Heke hebin, li van kesan hatiye gundarîkirin yan na?”

MA/ENQERE