Kê bêhtirî hezar xwendekarên keç jehrî kirin?

Şemî 4 Adar 2023 - 00:23

Li Îranê bûyerên jehrîkirina xwendevanên keç her ku diçe zêdetir dibin. Pêr jî li Tehranê li dibistana amadeyî ya keçan a 26’an gelek xwendekar bi jehrê ketin. Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ev êriş wek nimûneyên êrişên kîmyewî û rêxistinên terorîstî bi nav kir û got, “Divê  civaka navneteweyî bersiveke tund û demildest bide.”

Endamê komîsyona polîtîkayên derve û ewlehiya navneteweyî ya parlamentoya Îranê Şehriyar Heyderî, eşkere kir ku di van demên dawî de ji 900 zêdetir xwendekarên keç bi jehrê ketine. 

Hikûmeta Îranê û polês hûrguliyên hejmara xwendekaran eşkere nekirin. Endamê Konseya Îslamê ya Ewlehiya Navneteweyî û Komîsyona Polîtîkayên Derve Şehriyar Heyderî got: “Heta niha li bajarên cuda, nêzî 900 xwendekar bi jehrê ketine.”

Li gorî nûçeyan li Tehran, Erdebîl, Şahînşehr û Kirmaşanê herî kêm li 26 dibistanan êrişên kîmyewî çêbûne.

 

Wezaret qebûl nake

Wezareta Perwerdeyê derbarê mijarê de ti daxuyanî neda û bûyerên bi jehrîketinê jî derewandin. Wezareta Perwerdeyê bi jehrîketina xwendekarên li Qumê jî red kiribû.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê elaqedarî mijarê got, “Tê texmînkirin ku berpirsên van êrişan nêzîkî Saziyên Ewlekariyê yên Komara Îslamî ne. Em dixwazin ku civaka navneteweyî tund û demildest bersivê bide.”

 

Li dijî serhildana jin jiyan azadî ye

Yekitiya Ferhengiyan der barê vê mijarê de daxuyanî da û got: “Dixwazin di navbera malbat û zarokan de tirsê ji ber Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ava bikin û destketiyên xwe careke din bi dest bixin. Divê ev êriş bi awayekî bi hêz werin şermezarkirin. Divê saziyên peywendîdar van êrişên terorîstane û bi qest, îtîraf bikin û der barê vê mijarê de bi lêkolînan rastiyê derxin holê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.