• Komîteya Perwerdê ya KCK’ê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Perwerde, Wezareta Xwendina Bilind û Wezareta Darayî kir da ku bi lezgînî daxwazên xwendekaran bi cih bîne. 

Komîteya Perwerdê ya KCK’ê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Perwerde, Wezareta Xwendina Bilind û Wezareta Darayî kir da ku bi lezgînî daxwazên xwendekaran bi cih bîne. KCK’ê got, “Perwerdeya bi zimanê dayikê çiqasî mafekî rewa be, bicihanîna pêdiviyên perwerdê jî ewqasî mafekî rewa ye.”

Komîteyê Perwerdê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser xwepêşandanên xwendekarên Başûrê Kurdistanê ya ji bo bûrs û başkirina xizmetên ji bo xewgeh û xwendigehan, daxuyaniyek weşand. Komîteyê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir da ku daxwazên xwendekaran pêk bîne û derfetên hikûmetê di berjewendiyên gel de bi kar bîne.

Xwepêşandanên Xwendekaran ji 20’ê Mijdarê ve li seranserê bajarên Herêma Kurdistanê ji bo girtina mafê xwe dewam dikin. Heta niha bi dehan xwendekar di xwepêşandanan de hatine girtin. Lê hê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazên xwendekaran bi cih neanîne. 

NAVENDA NÛÇEYAN