Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê û KNKʼê, ji ber wefata waliyê berê yê Kerkûkê Dr. Necmettîn Kerîm peyamên sersaxiyê weşandin. Di peyaman de îşaret bi hewldanên wî yên ji bo Kurdistanê hat kirin.
KCK’ê di daxuyaniya xwe nivîskî de got: “Dr. Necmettîn Kerîm, ji bo doza Kurd bê naskirin û gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe, bi salan li derveyî welat karên lobiyê yên siyasî, akademîk, civakî û çandî meşand. Di vê têkoşîna xwe de timî bi me re jî di nava têkiliyê de bû û pêşengî ji gelek karên hevpar re kir.
Karên bingehîn ên Birêz Kerîm yên ji bo afirandina yekîtiya neteweyî ya Kurd û rizgarkirina Kurdistanê ji dagirkeriyê, di heman demê de armancên têkoşîna me ne ku em ê xwedî lê derkevin. Bi vê wesîleyê em dibêjin; bila rehma Xwedê lê be, serê malbatê, xizmên wî û gelê Kurdistanê sax be.”
Em ê wesiyetên wî pêk bînin
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) jî di peyama xwe de dibêje; “Bîrêz Necmedîn Kerîm, li başûrê Kurdistanê di ciwaniya xwe de, di nava Şoreşa Îlonê de cih girt û xwedî cihekî diyar bû. Her wiha ew herdem di nava xebat û sîyaseta welatparêzî de bû. Birêz Dr. Necmedîn, jibo yekîtîya neteweyî gelek karên giring kirin û di heman demê de bû endamekî damezrandêr yê KNK’ê. Ji damezrandinê û heta demekî dirêj, endametîya wî ya KNK’ê dewam kir. Kak Necmedîn, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê heta dawiyê ji bo yekîtî û azadiya gelê Kurdistanê têbikoşin, em ê axîn û wesyetên te pêk bînin.’’
NAVENDA NÛÇEYAN