KCK: Rabin ser xwe

Sêşem 19 Nîsan 2022 - 22:15

  • KCK: Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze li seranserê Kurdistanê serwer be û Kurdistanê bike meydana ji bo belavbûna netewebûna Tirk. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê rabe ser piyan û wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi cih bîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang li Gelê Başûrê Kurdistanê kir da ku li dijî êrişan rabe ser xwe û erka xwe ya dîrokî û welatparêziyê bi cih bîne.

KCK’ê got, “Gelê Kurd li her parçeyê Kurdistanê û li her devera ku lê ye ji PDK’ê dixwaze dest ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde, lê belê PDK hîn bêhtir xwe dike parçeyek ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Bi vî rengî li şûna ku guh bide dengê gelê Kurd, daxwaza dewleta Tirk bi cih tîne. Ev yek jî gelê Kurd û dostên gelê Kurd aciz dike, hêrs dike.”

KCK bi bîr dixe, PDK ewlehiya hêzên Tirk misoger neke, dewleta Tirk xwe nade ber êirşke bi vî rengê û wiha dewam dike: “Bêyî ku PDK temînata ewlehiyê bide, ne pêkan e ku hêzên leşkerî yên faşîzma AKP-MHP’ê ji Bamernî, Amediyê, Dêrelok û Şêladizê êrişî gerîla bikin. PDK destûrê dide artêşa Tirk ku ji van deveran êriş bike û bi vî rengî piştgiriyê dide hewldana ji bo dorpêçkirina gerîla.”

KCK´ê nexasim jî bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir û got, “Ev êriş ew êriş e ku dewleta Tirk dixwaze pê li Bakurê Kurdistanê îradeyê bişikîne, polîtîkaya qirkirinê mezin bike û dema ku konjonkturê destûr da hingî destketiyên li Başûrê Kurdistanê bi temamî ji holê rake. Rayedarên dewleta Tirk jixwe her gavê vê armanca xwe tînin ziman. Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên siyasî, divê tevahiya gelê Kurdistanê, saziyên demokratîk û hêzên siyasî hemû li ber van êrişan rabin. Lewma  dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze li seranserê Kurdistanê serwer be û Kurdistanê bike meydana ji bo belavbûna netewebûna Tirk. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi taybetî li van deveran divê rabe ser piyan û wezîfeya xwe ya welatparêziyê ya dîrokî bi cih bîne.”

Bi berxwedana gerîla re bibin yek

KCK´ê xwest berxwedana gel bi ya gerîla re bibe ye: “Bêguman çawa ku gerîla 40 salan têkoşiya, çawa ku sala 2021’ê derseke dîrokî da artêşa Tirk wê li hemberî vê êrişê jî şerekî mezin bike. Keç û xortên gelê Kurd, ewladên vî gelî wê li dijî armancên qirkeriyê û dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi rengê fedaî li ber xwe bidin. Lê belê ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd li her parçeyên Kurdistanê bê misoger be, divê ev êrişên dewleta Tirk bên şikandin. Ji bo vê jî divê li her parçeyê Kurdistanê gelê me helwêsteke welê nîşan bide ku bi berxwedana gerîla re bibe yek.”

Li her derê şer

KCK´ê her wiha got, şer wê li seranserê Tirkiyeyê jî bê belavkirin: “Bêguman heger dewleta Tirk dibêje, li ku dibe bila bibe, ez ê êrişî destketiyên Kurdan bikim; divê em jî li her derê li dijî dewleta Tirk têbikoşin, bi ser her avahiya mêtinger qirker de biçin. Va ye, dewleta Tirk şer tenê li cihekî nameşîne, divê em jî li her derê şer bikin.

Dewleta Tirk destûra ji bo van êrişan ji Ewrûpa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) werdigire. Dewleta Tirk van demên dawiyê hewl dide ku têkiliyên xwe yên bi Ewrûpa û DYE’yê re, di encama bazara li ser Kurdan de bi pêş ve bibe. 

Dewleta Tirk dewleta herî dagirker, herî qirker û herî zalim a dîrokê ye, lê li gel vê rastiya xwe jî di şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê de xwe weke qasidê aştiyê nîşan dide û hewl dide cîhanê bixapîne. 

Ji ber vê yekê divê gelên li Ewrûpayê, hêzên demokratîk, gelê DYE’yê û hêzên wê yên demokratîk vê rastiyê bibînin û li ber têkiliyên qirêj ên hikumetên xwe yên bi dewleta Tirk re rabin.”

Iraq berpirsê êrişan e

KCK´ê bal bire ser berpirsiyariya delweta Iraqê jî û bang li gelên Iraqê kir: “Dewleta Iraqê jî berpirsê van êrişan e. Ji dêvila ku li ber dagirkeriya Başûrê Kurdistanê rabe, êrişî civaka Êzîdî ya mazlûm dike, ev jî diyar dike ku Iraq bûye hêsîrê ber destê Tirkiye û PDK’ê. Wisa xuya dike ku Iraq û PDK’ê, qadên Rêkanî û Nêrvehî jî tê de qadeke berfireh pêşkêşî Tirkiyeyê kirine û firotine. Divê gelê Iraqê û Başûrê Kurdistanê hesap bipirsin, ka çima ev ax pêşkêşî Tirkiyeyê hatiye kirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.