- KCK: Em bang li gelê Kurd, hêzên demokrasiyê yên li tevahiya cîhanê dikin da ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî gerîla rabin ser piyan û dewleta Tirk a ku sûcê li dijî mirovahiyê dike dadgeh bikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya dewleta Tirk ji ber sûcên li dijî mirovahiyê wê were darizandin û ew ê hesab bide. Wê bang li Kurd û dost û demokratan jî kir ku li ber bikaranîna gazên jehrî li dijî gerîla rabin ser piyan.
KCK´ê got, "HPG ev nêzî 5 mehan e ji raya giştî re eşkere dike ku dewleta Tirk li dijî qadên gerîla çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tîne. Li ser vê mijarê, hin dîmen jî hatin weşandin. Çekên kîmyewî û gazên bi jehr diavêje nava şikeftên ku berê tesbît kirine. Di vî şerê 5 mehan de li dora tunelên şer diqewime, ji bo gerîla îmha bike û xwe bigihîne tunelên şer her cûre çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tîne."
KCK´ê bêdengiya civaka navneteweyî jî bi bîr xist û got, "Artêşa Tirk çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tîne, bi vî rengî sûcê şer dike, dewletek û saziyeke pêwendîdar a navneteweyî zendên xwe banedane. Hêzên siyasî yên mîna Ewrûpa û DYE, saziyên ser bi NY´ê ve, gava sûcdar hevalbendên wan be, hingî sûcdariyên bi vî rengî nabînin; bi ti awayî li hemberî wan nakeve nava hewldanan. Bi vî rengî nîşan didin ku di mijara dijberiya li çekên kîmyewî û gazên bi jehr de ji dil nînin."
Ewrûpa, DYE û NY hevkarên sûc in
KCK´ê got, "Tirkiye Kurdan qir dike, zext û zilmeke giran dike, li gelê xwe dîktatoriyê ferz dike; ev ji bo wan ne girîng e, hebe nebe ya girîng ji bo wan berjewendî ye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a mêtinger qirker sûdê ji vê helwêstê digire û bi her awayî zilmê li Kurdan dike, kiryarên li dijî mirovahiyê dike.
Desthilatdariya AKP-MHP tevî ku bi her awayî sûcê li dijî mirovahiyê dike jî Ewrûpa û DYE hîna jî vî welatî weke welatekî demokratîk ê asayî muxateb dibînin û piştgiriya leşkerî, siyasî û dîplomatîk didinê. Desthilatdariya AKP-MHP jî xwe dispêre vê piştgirî û nêzîkatiya Ewrûpa û DYE’yê û zilma li ser gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê girantir dike. Her wiha gefa dagirkirinê li Rojava û Şengalê dixwe û bombeyan li wan deveran dibarîne. Di sûcên li dijî gelê Kurd de, di dagirkerî û komkujiyên bi êrişên balafiran de Ewrûpa, DYE û Neteweyên Yekbûyî hevkarên sûc in. Divê gelê Kurd jî, gelên cîhanê jî, hêzên demokrasiyê jî bi vê rastiyê zanibin. Ev welatên navbirî ji bo xatirê berjewendiyan her cûre nirxên mirovahiyê binpê dikin; yên ku binpê dikin jî teşwîq dikin.
Fermandariya HPG’ê beriya çend rojan ragihand ku li dijî tunelên şer ên li Girê Sor çekên kîmyewî hatiye bikaranîn û 3 gerîla şehîd bûne.
Ya rast, gerîla bi maskeyên gazê û tedbîrên cuda pêşî li şehadetê digirin. Naxwe heta niha wê bi sedan gerîla di van êrişan de şehîd bibûna. DYE, Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî bi wesîleyên cuda diyar kiribûn ku bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr xeta wan a sor e, di vê mijarê de hesasiyeta xwe nîşan dabûn û hin hêz hişyar kiribûn. Lê belê niha helwêsteke berevajî van daxuyaniyên xwe nîşan didin. Hişyarkirin û destwerdan li aliyekî, piştgiriya siyasî didin dewleta Tirk a ku van çekan bi kar tîne."
Divê bê dadgehkirin
Li hemberî vê helwêstê KCK´ê bang li gelê Kurd, dost û demokratan kir ş got, "Em bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê yên li Ewrûpa, DYE û li tevahiya cîhanê, demokratên xwedî wijdan ên li Neteweyên Yekbûyî dikin da ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî gerîla rabin ser piyan û dewleta Tirk a ku sûcê li dijî mirovahiyê dike dadgeh bikin. Em bawer dikin ku Tribunala Navneteweyî wê gavên girîng biavêje. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku li dijî gelê Kurd û mirovahiyê sûc dike, dadgeh bike û hesab jê bipirse."