KCK: Em ê hesab ji dewleta Tirk bipirsin!

Pêncşem 21 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • KCK’ê têkildarî komkujiya Zaxoyê daxuyanî da û got, ew ê hesab ji delweta Tirk a komkujer bipirse. 

KCK’ê têkildarî komkujiya Zaxoyê daxuyanî da û got, ew ê hesab ji delweta Tirk a komkujer bipirse. 

Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê komkujiya Zaxo şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî û herêmî kir da ku nebin hevkarê sûcê şer ên dewleta Tirk a bi xeyalên Neo Osmanî li herêmê xwînê dirijîne. KCK´ê bi bîr xist ku di van 7 mnehên dawiyê de dewleta Tirk 28 sivîlên Iraqî qetil kirine û wiha dewam kir: “TC a faşîst a qirker ku di serî de ji NY, DYE, NATO, YE û paşverûtiya herêmî û hevkarên Kurd destekê digire û piştevaniyê digire, di polîtîkayên xwe de sînoran nas nake, li gel sivîl û gerîlayan, xwezaya Kurdistanê tine dike, dişewitîne û hildiweşîne.”

KCK´ê got, dewleta Tirk li ber gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê derbên dîrokê dixwe. Lê ji ber bêdengiya hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê êrişên li dijî gund û bajaran û sûcên şer rewa nîşan dide.

Di dewamê de KCK´ê got, “Em bang li gel û dostên xwe dikin ku li dijî vê êrişê careke din helwêst û çalakiyên xwe di asta herî rêxistinkirî û bilind de nîşan bidin. Em mirovên xwe yên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin, daxwaza şifaya xêrê ya herî lez ji bo birîndaran dixwazin. Em tevger û gel soz didin ku em ê hesabê vê qetlîamê ji rejîma TC’ê bipirsin.” 

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.