KCK'ê xwest çalakiyên xweşewitandinê êdî neyên kirin

Pêncşem 19 Çile 2023 - 00:45

  • KCK'ê ji bo şehîdên çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan got, ew ê xwedî li bibîranîna wan derkevin. KCK'ê her wiha xwest ku çalakiyên xweşewitandinê bi dawî bibin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Mehmet Akar ê ku li Amedê xwe şewitandibû, daxuyaniyek da. KCK'ê diyar kir ew ê xwedî li bîranîna şehîdan derkeve û xwest çalakiyên xweşewitandinê êdî neyên kirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Em di şexsê Mehmet Akar de careke din şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û em soza serketin û serfiraziyê dubare dikin. Heval Mehmet Akar di nameya beriya şehîdbûnê de diyar kiriye ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Apo ev çalakî li dar xistiye. Beriya bi çend rojan, heval Veysî Taş jî çalakiyeke wiha kir û şehîd bûbû. Erka me ya gel û tevgerê ye ku em bibîranîna van şehîdên ku têkoşîna azadiya Kurdistanê û dilsoziya bi Rêber Apo re temsîl dikin, biparêzin û têkoşîna wan bigihînin serketinê.”

 

Rejîma faşîst provokasyonan dike

KCK'ê ji bo Mehmet Akar got, ew ciwanekî Kurd ê xwedî hestên welatparêziyê bû û sempatiya wî ji tevgera azadiyê hebû û wiha dewam kir: “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku rejîma şerê taybet e, ji bo ciwanên Kurd bixe û ji têkoşîna azadiyê dûr bixe komplo û provokasyonan dike. Ciwanê Kurd ê welatparêz Mehmet Akar jî kirin yek ji wan kesên ku xwestin komplo û provokasyonan bînin serê wî. Bi vê yekê, zemîna provokasyonê hate afirandin, xwestin wisa nîşan bidin ku em ciwanan direvînin û vê yekê bi rêya HDP’ê dikin. Lê belê hevalê Mehmet Akar diyar kir ku ev provokasyonek e û ji destpêkê ve malbata wî hatiye xapandin. Em careke din bang li derdorên ku bi manîpulasyonên faşîzma AKP-MHP’ê tevdigerin, dikin. Divê nekevin xefka desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê. Serokên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP’ê bi taybetî Tayyîp Erdogan û Suleyman Soylu ne ji ber ku xema wan ciwanên Kurd in, ji bo ku Kurd dev ji doza azadiyê berdin, ziman, çand û nasnameya xwe neparêzin û qirkirinê qebûl bikin, van dek û dolaban digerînin. Ji bo dev ji Kurdbûna xwe berdin û Tirkbûnê qebûl bikin, ev polîtîka tên kirin. Ev desthilatdariya faşîst a ku dijminatiya Kurdan dike, hinek kesên Kurd ên bêrûmet dide ba xwe û dixwaze vî rûyê xwe yê qirker û dijminatiya Kurdan, veşêre. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê her roj ji bo qirkirina ciwanên Kurd çekên kîmyewî jî di nav de her cure rêbazên qirker bi kar tîne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hestên malbat û dayiktiyê jî dike mijara şerê taybet û îstîsmar dike. Divê ev malbat zanibin ku bi vê helwêsta xwe, wê ti feydeyê nedin xwe û zarokên xwe. Lewma divê malbat dev ji van helwêstên şaş berdin û nerazîbûna xwe nîşanî AKP-MHP’ê bidin.”

 

Mehmet Akar helwêsta dijmin pûç kir

KCK'ê got, Mehmet Akar bi helwêsta xwe, polîtîkayên qirkirina Kurdan û pêkanînên şerê taybet ên desthilatdariya AKP-MHP'ê û Suleyman Soylu pûç kirine û wiha dewam kir: “Divê ev helwêst û wateya wê ji aliyê her kesî ve rast were fêmkirin. Doza gelê Kurd rewa ye. Berdêla wê çi dibe bila bibe gelê Kurd wê ti carî dest ji vê dozê bernede. Feydeya van polîtîkayên manîpulasyon, provokasyon û rêbazên şerê taybet ji kê re heye? Eşkere ye ku ji bilî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, çete û hevkarên wê, bi kêrî ti kesî nayên. Bêguman berpirsyarê hemû komkujî û mirinan faşîzma AKP-MHP’ê ye ya mêhtinger û qirker e. Ew ne tenê ji kuştina Kurdan, ji neheqî, bêhiqûqî, gendelî û bêbextiyên li Tirkiyeyê hemûyan jî berpirsyar in. Her kesê ku qîmetê dide welatparêzî, demokratbûn, sosyalîst, azadîxwaz û baweriya xwe bi rûmeta mirovahiyê tîne, divê li hemberî vê rewşê xemsar nemîne û nerazîbûna xwe bi tundî nîşan bide.” 

 

Banga xwedîderketina li Rêber APO ye

KCK'ê ji bo maneya çalakiya Mehmet Akar got, “Gelê Kurd ê welatparêz û ciwanên Kurdistanê divê li gorî peyama şehîdan zêdetir, bi awayekî xurt xwedî li Rêber Apo derbikevin. Heval Mehmet Akar, di destpêkê de peyamek da ciwanên Amedê û bang li ciwanên Amedê kir da ku zêdetir xwedî li têkoşînê derkevin. Çalakiya xwe saet 21:21’an de li dar xist û peyam da gel û ciwanên Amedê. Mehmet Akar bang li gelê Kurd û ciwanên welatparêz hemûyan jî kir da ku li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bêhtir têbikoşin. Divê gel û ciwanên Kurdistanê yên welatparêz vê bangê ji xwe re bikin esas û bêhtir xwedî li Rêber Apo derkevin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”

 

Xweşewitandin divê êdî pêk neyên

KCK'ê herî dawî xwest çalakiyên xweşewitandinê êdî pêk neyên: “Bi awayekî eşkere em diyar dikin ku em çalakiyên bi vî rengî napejirînin. Rêber Apo bi awayekî zelal diyar kir ku ew vê îradeyê pirr bi nirx dibîne, lê çalakiyên bi vî rengî erê nake û li şûna çalakiyên bi vî rengî, divê çalakiyên afirîner û cuda bên kirin. Gelê Kurd û ciwanên Kurd divê vê weke talîmata Rêber Apo bibînin û li gorî wê tevbigerin. Bê guman çalakiya heval Mehmet Akar mînakeke mezin a wêrekî, fedakarî û dilsoziyê ye. Di gelek qadên têkoşînê de derfetên xebat, têkoşîn û bipêşketinê hene. Divê ciwanên Kurd ên welatparêz vê yekê bibînin. Ciwanên Kurd ji bo mezintirkirina têkoşînê divê tevlî nava refên gerîla bibin û li dijî dijmin têbikoşin. Yên ku nikarin xwe bigihînin gerîla, divê li her bajar û gundî, li dijî dijmin têbikoşin. Divê ciwan li her derê xwe perwerde bikin, bi rêxistin bikin û pêşengtiyê ji têkoşîn û gel re bikin. Rêbaza têkoşînê ya rast ev e û divê ev esas be.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.