Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo 4 karkerên ku 17'ê Çile ji kampa penaberan a Mexmûrê ji bo kar çûbûn Bexdayê lê di rê de jiyana xwe ji dest dan, peyama sersaxiyê weşand. 

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye: "Denîz Xelîl Denîz, Mehmûd Sîso Tahir, Hogir Mûsa Yûsûf û Cîhat Mihemed Hecî Mihê, ku ji Mexmûrê ji bo kar diçûn cihên cuda yên Iraqê, ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest dan. Em ji malbatên wan û temamiya xelkê Mexmûrê re sersaxiyê dixwazin.

Di demekê de ku dewleta Tirk bi êrişên balafiran dixwaze kampê belav bike, PDK du sal in kamp dorpêç kiriye û ambargo daniye ser. Bi rêya van êrişan û dorpêçiyê dixwazin kampa Mexmûrê ji hev belav bikin. Tevî ku raya giştî ya Kurd dixwaze ambargo bê rakirin, ji ber daxwaza dewleta Tirk ambargo dewam dike. Şêniyên kampê jî ji ber ambargoyê neçar mane ji bo kar biçin cihên dûr. 4 karker jî di nava vê atmosferê de jiyana xwe ji dest dan. Mexmûriyên ku ji dilê Kurdistanê ji Botanê ne, ji ber ku nasname û rûmeta xwe diparêzin vê zext û zilmê dibînin. Xelkê Mexmûrê li gel van zextan jî ji sekna xwe ya bi rûmet paş ve gav neavêtiye, li ber her cûre zextên teslîmiyetê rabûne. Bi helwesta demokratîk û welatparêz a xurt, her tim xwedî li hesret û bîranîna şehîdan derketine.

4 karkeran jî di nava têkoşîna parastina rûmetê de jiyana xwe ji dest dan. Ne xelkê Mexmûrê, ne gelê Kurdistanê, ne jî Tevgera me ya Azadiyê wê van karkeran ji bîr nekin.”

NAVENDA NÛÇEYAN