KCK'ê êrişa li dijî Qadiye şermezar kir

Çarşem 1 Îlon 2021 - 02:40

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê bal bire ser wê yekê ku dewleta Tirk êriş bireye ser Kampa Qadiya û ji ber helwêsta PDK´ê ya provakatoriyê jî ew rûreş kir. 

Komîteyê li ser êrişa pêr êvarê ya li dijî kampa nêzî Zaxoyê de got, ''30´ê Tebaxa 2021´ê derengiya şevê ji ber teqîna li Kampa Qadiya ya li navçeya Zaxo ya Herêma Federa ya Kurdistanê, ku gelê me yê Êzîdî yê piştî qirkirina DAIŞ'ê ya li ser gelê Şengalê xwe li vir girtî, du zarokan jiyana xwe dest daye û gelek mirovên me birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya şahidan, rengê teqînê nîşan dide ku êriş ji hêla dewleta Tirk ve hatiye kirin. Lê hê bûyer zelal nebûyî, hin rayedarên bi ser PDK'ê ve û avaniya îdarî ya PDK'ê ya li kampê, hewl da ku bûyerê bixin stûyê PKK'ê. Ev nêzîkatiya rayedarên PDK'ê û provakasyonên wê, wê rastiya ku PDK bi helwêsteke wiha ye ku ev rûdan ne ji ber êrişeke dewleta Tirk e, ku tim dike, bi ser de êrişên qirker ên TC'ê yên li ser gelê me paqij nîşan dide. Rayedarên PDK'ê ku li ser komkujiya li sûka Şengalê û nexweşxaneyê ya 16-17'ê Tebaxê ya dewleta Tirk a faşîst dengê xwe dernaxîne, hê beriya ku biçin cihê bûyera li Qadiya, tevgera me sûcdar dikin; em wê şermezar dikin û bi me ev planeke biqest e.

Li aliyê dî ji ber ku êrîşa li ser Qadiya piştî civîna Iraqê û Serdana Serokkomarê Fransayê Macron pêk hatiye û hin rayedarên PDK'ê bi bayê bezê hewl dane ku rûdanê bikin stûyê tevgera me, ev wê qinyata bi me re çêdike ku ew beriya rûdanê jê agahdar in, xurtir dike. Ji ber vê, em bang li gelê xwe dikin da ku li dijî van pêşhukman û daxuyaniyên provakatîf, xwedî helwêst bin û rayedarên PDK'ê şermezar bikin.

Tevgera me, weke berê niha jî destekê dide ku gelê me yê Êzîdî vegerê Şengalê û welatê xwe ji nû ve ava bike û ji ber vê, em derfetên xwe hemûyan jî seferber dikin. Vê rûdanê jî nîşan daye pirr hewce ye ku xwelkê Şengalê vegere şûnwarê xwe, xwe bi rê ve bibe û berevaniyê li xwe bike. Bi vê wesîleyê em bang li hikûmeta Iraqê, PDK´ê, û hêzên navneteweyî dikin da ku dev ji lîstikên xwe yên li dijî gelê me yê Êzîdî berdin. Em her wiha bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku destekê bidin daxwazên rewa yên gelê me yê Êzîdî yên li ser xwerêveberiyê û xweparasinê.''

 

Li Qadiya çi qewimî?

Pêr derengî şevê li dijî kampa Qadiya ya Êzîdiyan a li başûrê Zaxoyê êrişek çêbû. Di êrişê de du zarokên xwişk û bira canê xwe ji dest dan. Zaroka kur hîna pitik bû. Di êrişê de kesek jî birîndar bû. 
Hinek şêniyên kampê ji RojNewsê re ragihandin ku berê dengê teqînê were, wan dengê balafiran bihîstiye, piştre dengê teqînê hatiye. Koçberek Êzîdî got, hemû şêniyên kampê dizanin ku balafiran êriş kiriye, lê ji tirsa asayîşa PDK’ê nikarin dengê xwe bikin: “Ji sedî 80 êriş a balafirên Tirkiyeyê ye. Em nizanin asayîş û ragihandina PDK’ê çima êrişa hewayî weke teqîn didin nîşandan. Eger asayîş rast dibêje, teqîn çêbûye, çima heta niha lêgerîn li nava kampê nedaye destpêkirin? Wê demê rast nabêjin û dixwazin ser sûcekî din ê dewleta Tirk bigirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.