Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî doh daxuyaniyek belav kir û banga xwedîderketina li berxwedana gerîla kir. 

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî bi vî rengî bû: “Dewleta Tirk di şeva 23-24’ê Nîsanê de li herêmên Parastinê yên Medyayê ku gerîla lê serwer e, dest bi êrişeke berfireh kir. Piştî têkçûna 10’ê Sibatê ya li Garê, dihate payin ku êrişekê bike. Ji xwe Plana Têkbirinê ya ku havîna 2014’an hate amadekirin, bi tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re ji bo temamkirina qirkirina Kurdan bû. Ev êriş jî ji bo temamkirina qirkirina Kurdan êrişeke berfireh e. Êriş li ser beşeke mezin a Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin ku gerîla lê serwer e. Ev êriş ji bo armanceke bi vî rengî ye.

Di salvegera Qirkirina Ermanan de

Bi zanebûn û bi plankirî di qirkirina Ermenan de dest bi vê êrişê kirin. Bi rengekî eşkere peyama ‘çawa ku me Ermen qir kir, qedera we jî qirkirin e’ dide. Çawa ku qirkirina Ermenan bi piştgiriya Elmanyayê û bi bêdengiya welatên Ewrûpayê û DYE’yê hate kirin, dixwaze qirkirina Kurdan jî bi piştgirî û bêdengiya DYE, Elmanya û welatên Ewrûpayê de pêk bîne. Beriya vê êrişa ji bo qirkirinê, rayedarên dewleta Tirk bi DYE û welatên Ewrûpayê re hevdîtin kirin û ev yek jî nîşan dide ku ev êriş bi piştgirî û destûra van welatan hatiye kirin. Her wiha bi Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê re jî li ser vê êrişê axivîne û wî jî ev êriş erê kiriye. Komploya navneteweyî ya ku sala 1999’an di şexsê Rêber Apo de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hate kirin, îro jî bi vî rengî tê meşandin. DYE û welatên Ewropayê ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî û ji bo dewleta Tirk bi kar bîne, qirkirina Kurdan erê dikin, piştgiriyê didin vê yekê. Her wiha bi piştgiriya ji bo qirkirina Kurdan dixwazin hin pirsgirêkên xwe yên bi dewleta Tirk re çareser bikin. Dewleta Tirk jî ji bo qirkirina Kurdan, Tirkiyeyê pêşkêşî gelek hêzên navneteweyî dike û tawîzan dide.

Divê PDK’ê helwesteke zelal nîşan bide

Dewleta Tirk erêkirin û piştgiriya hêzên navneteweyî wergirt. Di serî de PDK bêdengiya hin hêzên siyasî yên Kurd jî tê wateya rewakirin û erêkirina van êrişan. Li ku derê li dijî Kurdan êrişek bê kirin divê hêzên siyasî û gelê Kurd nerazîbûnê nîşan bidin. Li gorî berpirsyariya neteweyî bêdengmayina hêzên siyasî yên Kurd nayê qebûlkirin. Dema ku li ser Başûrê Kurdistanê yan jî cihekî din êriş hate kirin, PKK’ê, gerîla û gelê Kurd di cih de helwest nîşan da û li ber rabû. Manîdar e ku li pêşberî êrişeke welê berfireh PDK bi rengekî eşkere li ber ranebûye. PDK’ê ji xwe zêdeyî saleke gelek qadên gerîla dorpêç kiriye, weke ku li qada Xakurkê hate dîtin bi rengekî eşkere piştgirî da dewleta Tirk û bi vî rengî nîşan da ku helwesta wê ya li pêşberî vê êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk wê çi be. Lê belê gelê Kurd li bendê ye ku PDK li dijî êrişên bi vî rengî yên dagirkeriyê helwesteke zelal nîşan bide. Ji ber ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser vê bingehê tê rewakirin û piştgiriyê ji hêzên navneteweyî werdigire. PDK li gel artêşa Tirk tevlî van êrişan nebe jî, bi helwest û bêdengiya xwe ya li pêşberî êrişan, dikeve wê rewşê ku êrişa dagirkeriyê erê kiriye û piştgiriyê dide. Eger PDK û hêzên siyasî yên Kurd li ber van êrişan rabe, dewleta Tirk wê nikaribe li qada navneteweyî piştgiriyê werbigire, di vê astê de wê newêribe êrişan bike.

Dixwazin qira Kurdan bînin

Gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê divê zanibin ku ev êriş ji bo qirkirinê ye. Ne tenê li dijî gerîla tê kirin, di şexsê gerîla de li dijî tevahiya gelê Kurd tê kirin. Bi tasfiyekirina gerîla re tê xwestin ku qirkirina Kurdan bê temamkirin. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, dixwazin ku hêzên azadiyê yên li hemû parçeyên Kurdistanê tasfiye bikin û bi vî rengî Kurdan qir bikin. Lewma ev êriş di heman demê de li dijî destketî û qadên azad ên li Başûrê Kurdistanê û Rojava ye.

Divê mirov nekeve nava bendewariyeke welê ku tenê bi berxwedana gerîla dawî li vê dagirkeriyê bê anîn. Ev êriş li dijî temamiya Kurdan e. Êrişek ji bo tunekirina hebûna Kurdan e. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd li her cihî rabe ser piyan û bi gerîla re bibe yek. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelekî tenê bi têkoşîna gerîla bi ser nakeve. Divê gel û gerîla bibin yek, li dijî mêtingeriya qirker têkoşîneke topyekûn bê meşandin. Rabûna gelê Kurd a li Newrozê û helwesta ku nîşan da, divê bi têkoşîna gerîla re bibe yek. Girîng e gelê Başûrê Kurdistanê hişmendiya xwe ya mezin a welatparêziyê nîşan bide. Ruhê berxwedanê yê ku xelkê Amediyê, Dêralokê û Şêladizê li dijî dagirkeran nîşan dan, divê li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bibe. Divê gerîla jî berê xwe bidin nava refên gerîla û li dijî dagirkeran li ber xwe bidin.”

BEHDÎNAN