KCDK-E´yê ji bo Kurdî soz da

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 15 Adar 2021 - 16:30

Bi banga Yekîtiya Mamostên Kurd li Ewrûpayê (YMK) li ser mijara "Pirskirêka Zimanê Kurdî li Elmanyayê" li ser înternetê (bi bernameya Zoomê) 13 Adarê civînek hat li dar xistin. Nunerên Sazîyan, komele, mamosteyên Kurdî, dilxwazên zimanê Kurdî, Înîsiyatifa Malbatên Kurd bi giştî 44 kes tevlî civînê bûn, nihêrinên xwe, pêşnîyazên xwe kirin.

Li ser navê YMK´ê Mamoste Yusuf Bîlgîç moderatorîya civînê kir.

Mamoste Emîn Akbaş derheqa xebatên YMK´ê yên 28 salan de agahî dan. Mamosteyê YMK´ê Alîşêr Sayan rewşa Kurdî li Elmanyayêîfade kir: "Li 5 eyaletan dersa Kurdî tê dayîn. Nêzîkî 3 hezar zarok tevlî dibin. Li NRW´ê 16, Niedersachsenê 8, li Bremen 2, li Berlin 1, li Rheinland-Pfalzê 1 Mamoste hene."

Hevserokê KCD-E Yüksel Koç jî got, "Em wek 480 sazîyên Kurd li Ewrûpa û Asyayê amade ne ku xizmeta zimanê Kurdî bikin. Em kêmasîya xwe dibînin. Li gorî rewşa zimanê Kurdî li Elmanyayê, hejmar cihê daxê ne. Divê em di demeke kurt de tevî mamosteyên YMK´ê bên ba hev û nîqaşê bikin. Wek KCDK-E´yê em çi dikarin bikin? Em soz didin, çi destê me bê em ê bikin."

Beşdaran rexne li partiyên sîyasî yên Kurdistanî li Ewrûpayê kirin. Wan xwest weke karekî neteweyî li meseleyê bê nihêrîn û zarok li dersên Kurdî bên qeydkirin.
Hin ji xisûsên beşdaran li ser li hevkirî ev in:

  • Ji berpirsyarên sazîyên têkîldar sazkirina "Koordinasyona Ziman û Perwerdehîya Kurdî li Ewrûpayê"
  • Damezrandina Yek-Malan û çalakkirina Yek-Malên heyî
  • Destpêkirina kampanyayeke dorfireh a qeydkirina dersên Kurdî ya zarokan
  • Vekrina kursên nû ji bo mezinan li komeleyan
  • Bi alîkarîya YXK´ê vekrina kursên nû yên Kurdî li zanîngehan

BIELEFELD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.