• Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çûbû serdana Misrê, lê serdana xwe kurt birî. 

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çûbû serdana Misrê, lê serdana xwe kurt birî. Piştî ku gihişt Bexdayê Kazimî got; “Rawestandina karê Meclîsa Dadweriyê, welatê me dixe ber metirsiyê.”

Alîgirên Tevgera Sedr li Bexdayê ber deriyê Meclîsa Dadwerî ya Iraqê kom bûne û kon vedane. Alîgirên Sedr dibêjin; “Meclîsa Dadwerî ne serbixwe ye, em ji vir naçin û emê dijî gendelkaran bin.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku li Misrê bû û dawî li serdana xwe anî. Kazimî ji ber xwepêşandana alîgirên Sedr a li ber deriyê Meclîsa Dadwerî ya Iraqê û rawestandina karê Mecîsa Dadweriyê vegeriyaye Bexdayê.

Ofîsa Kazimî got, “Rawestandina karê Meclîsa Dadwerî, welat dixe ber metirsiyeke bi rastî, pêwîst e rêz li saziyên dewletê were girtin. Em bang li hêzên siyasî dikin, hewl bidin guftugoya nîştimanî bikin da ku welat ji vê qeyrana niha derkeve. Ji bo diyalogeke nîştimanî û dawîanîna li vê qeyranê, bicivin.”

BEXDA