Kazimî êdî nabe serokwezîr

Yekşem 26 Hezîran 2022 - 21:15

  • Piştî ku tevgera Sedr ji parlamenê vekişiya û li şûna wê parlamenterên nû hatin diyarkirin, ji bo hikûmeta nû gavên nû têne avêtin. 

Piştî ku tevgera Sedr ji parlamenê vekişiya û li şûna wê parlamenterên nû hatin diyarkirin, ji bo hikûmeta nû gavên nû têne avêtin. Serokwezîrê Iraqê Kazimî bi xwe, berê xwe da Erebistana Siûdî û piştre jî çû Îranê.

Krîza avakirina hikûmeta nû ya Iraqê dewam dike. Piştî ku Tevgera Sedr a bi lîderiya Muqteda El Sedr, biryar girt ku ji parlamenê vekişe, di civîna parlamenê ya 23’ê Hezîranê de, li şûna parlamenterên tevgera Sedr 64 parlamenterên nû hatin diyarkirin.

Li ser vê yekê Çarçoveya Hemahengî li şûna Tevgera Sedir 40 kursiyên parlamenê bi dest xistin. Bi vê re hejmara parlamenterên Çarçoveya Hemahengî bû 130. Wekî koma herî mezin ew dikare serokwezîr diyar bike û hikumetê bi aliyekî din re ava bike.

Xwe avêt Riyad û Tehranê

Piştî vê yekê hate ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çûye serdana Îranê û wê biçe Erebistana Siûdî.

Di vê çarçoveyê de şemiyê êvarê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî berê xwe da Erebistana Suidî, li gel Prens Muhammed Bîn Selman civiya.

Piştî merasîma fermî ya pêşwazîkirinê, her du alî civiyan. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku parlamenterê Iraqê yê Hevpeymana Fetih, Refîq Salih ragihand ku li Parlamenta Iraqê pêngaveke komkirina îmzeyan ji bo kirina ber lêpirsînê ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye destpêkirin.

Fetih Refîq dibêje: “Em daxwaz dikin ku parlamena Iraqê civîneke neasayî li ser vê mijarê lidar bixe. Ji bo lêpirsîna Mistefa Kazimî rê û rêbazên pêwîst bikevin dewrê. Ji ber ku beramberî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî xaka Iraqê û binpêkirina serweriya Iraqê bêdeng maye."

Mistefa Kazimî piştî ku pêr jî bi serdaneke fermî çû Îranê. 

Gelo Kazimî ji bo xwe ji lêpirsînê xilas bike û piştevaniya ji bo xwe xurtir bike, çû serdana Îranê û Erebistana Siûdî dike. Her wiha berî niha Pirensê Erebistana Siûdî çûbû Tirkiye û ji aliyê Serokkomarê Tirkiye û girgireyên hikûmetê ve hatibû pêşwazîkirin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.