Katêdrala Notre Dame ya li Parîsê, ji ber şewatê zirareke mezin lê bûbû. Ew ê piştî temîrê di dawiya sala 2024’an de ji nû ve were vekirin. Katêdrala bi avahiya gotîk, yek ji navdartirîn katêdralên dinyayê ye û ev qederê 5 salan e ku deriyên wê li xelkê girtî ne. Di sala 2019’an de ji ber elektrîkê agir pê ketibû û zirareke mezin li katêdralê bûbû.
Ji ber şewba coronayê xebatên li Katêdralê yên restorasyonê sist bûbûn. Lê di van mehên dawî de dîsa ji bo xebatê lezandin da ku katêdral zûtir vebe. Heta salekê dê barûya katêdralê ku weke nîşaneyeke bajarê Parîsê tê zanîn, ji nûve bilind bibe û Notre Dame wê li heybeta xwe ya berê vegere.
Olîmpiyatên Havînê yên sala 2024’an dê li Parîsê pêk werin. Berprisyarê restorasyonê dan zanîn ku ew ê katêdralê bigihînin sala 2024’an. Lê ji bo serdêran dibe ku hinek bi derengî bikeve. Berpirsyarê projeya rastorasyonê General Jean-Louis Georgelin got; “Karên min ewe ku ez restorasyonê di sala 2024’an de temam bikim. Ez wisa bawerim ku ez ê bigihînim jî. Ji bo vê yekê em her roj bi saetan dixebitin, niha rewş baş e.”
Berpirsyaran dan zanîn ku katêdral eynî weke berê tê restore kirin û rêbazên avahîsaziya serdema navîn tên bikaranîn.
PARÎS