- Hunermend Kasim Taşdogan, li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê, bi stranên xwe guhdar mest kirin.
Hunermend Kasim Taşdogan, li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê, bi stranên xwe guhdar mest kirin.
Kasim Taşdogan di çarçoveya bernameya Gulanê ya Şonaya Bajêr a Amedê de li hola şanoyê konserek da. Ozan Aktîmûr di bas gîtarê de û Mehfûz Karaaslan jî di rîtmê de alîkariya Taşdogan kirin. Taşdogan, bi giranî stranên salên 90’î gotin û di ber re jî çîrokên stranan gotin.
Taşdogan, di konserê de hem bi stranên xwe guhdar mest kirin, hem jî diyalogeke rengîn bi guhdaran re danî. Guhdar jî hem bi çepikan hem jî bi dengê xwe hevrêtî bi Taşdogan re kirin. Çendî şilî bû jî Amediyan hola konserê tije kir û bi çepik û tilîliyan elaqeyeke mezin nîşanî konserê da.
Taşdogan, bi repertuwareke berfireh, zêdetirî du saetan stranên dengbêjî, gelêrî û şoreşgerî gotin.
AMED