KASED'ê dest bi qursan kir

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 00:50

PELŞÎN ÇETÎNKAYA / JINNEWS / AMED

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ya ji bo pêşketina çand û hunerê dixebite, di 2019’an de ji aliyê komek hunermendên jin ve li Amedê hat avakirin. Komeleya ku bi armanca pêşxistina çand û hunerê, bi armanca parastina zimanê dayikê hat vekirin, li navçeya Rezanê xebatên xwe dimeşand, cihên xwe guhert û niha li Sûrê xebatan dimeşîne. Yek ji damezrînera komeleyê Serap Ergîn der barê xebatan de axivî. Serapê anî ziman ku xelk eleqeyek mezin nîşanî KASED’ê didin û got:“Ev mehek û nîv em hatine vir. Em berê li Baglarê bûn. Niha em li Sûrê ne. Eleqe gelek xweş e. Her kes tên ji bo naskirinê. Qeydên xwe çêdikin. Sedema tercîhkirina me ya vir ev bû saziya jinê li vir tune bû û hewcedarî pir zêde pê hebû.”

Serapê daxuyakirin ku xelk li dijî asîmîlasyonê KASED’ê tercîh dike û got:“Gel eleqeyek mezin nîşanê vir dide.Dê û bav tên vir û dibêjin ‘bila zarokên me zimanê xwe fêr bibin. Mixabin polîtîkaya asîmîlasyonê tê meşandin. Bêguman em bandora vê dibînin û tespîtan dikin. Bikaranîna hişbirê pir zêde bûye. Ji ber vê mirov eleqeyek mezin nîşanê vir didin. Qursên erbane, keman, drama, tembûr, xwendin û nivîsandinê, folklor û amîgurumî hene. Me li dijî newekheviyê KASED vekir. Hedefa me gîhandina hunermendên jin e. Dersên me pir baş derbas dibin. Eleqe pir mezin e. Me sînorê temen jî dananî. Em dixwazin dayikên me jî tevli van bernameyan bibin. Wisa jî bû. Dayik tên tevli qursan dibin. Em li benda herkesî ne. Deriyê me ji her kesî re vekiriye.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.