Kargehên herî mezin ên mûmyayan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 31 Gulan 2023 - 03:02

Li herêma antîk a Misrê ya Sakkarayê kargehên herî mezin ên ku li wir insan û heywan dihatin mûmyakirin, hatin kifşkirin. Ev kargeh piştî kolana arkeolojîk li erdên sîtên antîk ji hêla arkeologan ve hatin dîtin.

Wezîrê Turîzm û Berhemên Dîrokî Ahmed Îsa da zanîn ku wan li herêma Sakkara berhemên nû yên ji dema Xanedaniya Ptolemaios (Beriya Mîladê 305-30) û Xanedaniya Fîrewn (Beriya Mîladê 380-343) mane kifş kirine. 

Li gorî Ahmed Îsa, ev nêzî 6 salan e ku arkeolog li herêmê dixebitin da ku berhemên di bin erdê de kifş bikin. Piştî xabatên bi salan, arkeologan kargehên herî mezin ên ku heta niha hatine dîtin, kifşkirin. Wan du kargeh kifş kirine, yek ji van kargehan a mûmyakirina insanan û yek jê jî ya mûmyakirina heywanan e. Her wiha wan wekî din mezelekî nû û çend dîzikên antîk jî ji bin erdê derxistine. 

Herêma antîk ya Sakkara ji sala 1979’an heta îro di nav “Lîsteya Mîrateyên Dinyayê” ya UNESCO’yê de cih digire û di warên berhemên antîk de ji gelek xanedaniyan re bûye şûnwar. 

QAHÎRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.