SELAM KÊRWAN / ANHA / TEBQA
Komîteya Kooperatîfan li Tebqayê kargeha ˊhesîra naylonˊ aktîf kir. Kargeha ˊhesîra naylonˊ a girêdayî Komîteya Kooperatîfan li Tebqayê ye. Piştî kargeh demekê xebitî hat sekinandin. Ji ber ku kargehê li gel dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê astengî di peydakirina madeyên destpêkê de dikişand.
12 karker jin û mêr bi 2 dewaman; sibê û êvarê li kargehê dixebitin. Endamê rêveber ê kargehê Dijwar Xilo axivî û got:"Bi armanca peydakirina derfetên kar û pêşxistina rewşa aborî ya li herêmê kargeh hat aktîfkirin û ji nû ve dest bi xebatê kir."
Kargeh rojane ji 300 heya 350 metre dirêjbûn û kêmberiya 2 heta 4 metreyan hesîra naylonê derdixe. Hesîr bi gelek şêwe û rengan tên çêkirin. Derbarê mekanîzmaya xebatê de, kargeh xwe dispêre amadekirina hebên naylona xam bi rêya alavên taybet ên helandina wê, piştre dike tayên dirêj û bi wê re ji bo çêkirina hesîrê amade dibe. Li gorî Xilo kalîteya hesîra ku kargeh çêdike ya yekê ye û li sûkên herêmê tên firotin.