ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL
Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, ev 9 salin ku di pêşengiya Rêveberiya Xweser ya Şengalê de kar û xebateke berfireh ya civakî tê meşandin. Rêveberiya Xweser, ne tenê di qada parastinê û qada siyasî de, di hemû qadên jiyanê de hewl dide bersiva pêdiviyên civakê jî bide. Li ser vî bingehî Komîteya Aborî ya Rêveberiya Xweser, ji bo çanda aboriya civakî ji nû ve geş bike projeyên aboriyê pêşxistine û ji bo xelkê Şengalê ji ber pêdiviyên xwe hewceyî derve nebe, çend kargeh jî ava kirine.
Hem erzan e hem tendurist e
Yek ji van kargehan, Kargeha Ava Jiyanê ye ku li gundê Barê ye. Kargeha avê ji sala 2018’an heya îro, ava Barê weke ava vexwarinê digihîne xelkê Şengalê. Ji ber ku ava Barê ji bo civaka Êzîdî çavkaniya jiyanê ye, navê ava vê kargehê jî Ava Jiyanê ye. Li Şengalê ji ber kêmbûna avê, piraniya gel neçare ku ava vexwarinê ji derve bikirre. Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo ku xelkê Şengalê ji ava Şengalê vexwe û hewceyî ava ji derve nebe, bêyî ku jê îstîfade bike vê xizmetê dide gel. Li gundê Barê kargeheke avê hatiye avakirin ku rojane hezar û 500 karton av tê derxistin. Kargeh, xwedî sîstemeke tam otomatîk e ku ava Barê paket bike û bi awayeke tendurist bigihîne gel. Yek ji endamên Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Silêman Ehmed, derbarê hedef û armacên kargehê, sîstema wê ya kar de agahî dan:’’Me xwest em xizmeta gelê xwe bikin û li şûna ji derve bînin em ava Şengalê vexwin. Hem ava axa me ye, hem jî em erzantir digihînin gelê xwe. Piştî ku me ev kargeh ava kir, şirketên din neçar man ku ew jî erzantir bifiroşin. Armanca me ne ewe ku em ji firotina avê qezencê bidest bixin. Armanca me ew e ku em ava Şengalê bi erzanî bigihînin ber destê xelkê xwe. Li kargeha avê endazyarekê me li ser kare, wekî din 7 xebatkar jî hene. Ji danê sibehî zû dest bi kar dikin heya dane êvarê kargeh dixebite. Rojê bi texmînî hezar û 500 karton av tê derxistin. Piştî wê em avê dibin sûkê û li marketan belav dikin.’’