Karê xwe yê siyasî dewam dike

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 28 Çile 2023 - 02:46

DENÎZ BABÎR/STUTTGART

 

Li Elmanyayê krîmînalîzekirina Kurdan bi girtina Kurdên aktîvîst dewam dike. Yek ji kesên ku dewleta Elman di vê çarçoveyê de dadgeh dike, Merdan K. ye. Merdan K. li dadgeha li nava hepsa Stammheimê ya Stuttgartê tê dadgehkirin. Di rûniştina vê hefteyê de Merdan K. parastina xwe kir û got, “Bi qedexekirina PKK´ê Kurd tên krîmînalîzekirin. Îro li vir dadgehkirina min ne hiqûqî ye, ji bo berjewendiyên têkiliyên Elmanyayê û Tirkiyeyê ye.”

Dewleta Elman Merdan K. beriya bi sal û nîvê kiribû hepsê. Di rûniştina pêncşema bihurî de polêsekî ji Darmstadtê şahidî kir. Parêzerên Medran K. Waldraut Verleih û Eva Danennenfeld jî amade bûn.

Li dijî Merdan K., li Frankfurtê kesekî bi navê N. îfade daye û ew bi rêveberiya rêxistinê li Darmstadtê tohmetbar kiriye. Li ser pirsa parêzeran polêsê şahid got, wî Merdan K. hîç li Darmstadtê nedîtiye. 

Parêzeran bi bîr xist ku parêzeran ji ber di dema tohmetên li dijî wî de Merdan K. 19-22 salî bûye û ji ber wê jî lazim e li gorî qanûna ceza ya ji bo ciwanan bê dadgehkirin. Lê dozgeriya federal ev qebûl nekir. Li ser vê parêzeran arzûhaleke nû da heyeta dadgehê. 

 

Bi argumanên Tirkan 

Merdan K. di parastina xwe de got, “Dewleta Tirk ev 50 sal in, gava ku Kurdan dadgeh dike, çîrokekê dibêje: ´em ne li dijî Kurdan in, em li dijî cudaxwaz û terorîstan in´. Dewleta Elman jî van argumanên dewleta Tirk bi kar têne, ev jî balkêş e. Dewleta Tirk eşkere dijminê Kurdan e. Ew peyva ´terorzîmê´ weke amûrekê bi kar tîne ji bo êrişên xwe yên li dijî hiqûqa navneteweyî, êşkence û sûcên şer û ji bo veşartina wan.”

 

Elmanya Kurdan krîmînalîze dike

Paşê Merdan K. bal bire ser siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê û got, “Ji salên 1980’yî ve Kurd tên dadgehkirin. Bi ser komeleyên wan de tê girtin, saziyên wan tên girtin û sembolên wan tên qedexekirin. Bi navê qedexeya PKK´ê Kurd tên krîmînalîzekirin. Îro li vir dadgehkirina min jî ji bo berjewendiyên têkiliyên Elman-Tirk e. Meseleya Kurd tenê bi PKK û Rêber Abdullah Ocalan re dikare bê halkirin. Lê belê Birêz Ocalan ev 24 sal in tê tecrîdkirin û ev 22 meh in ti agahî jê nayê wergirtin. Qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê ne qanûnî ye, siyasî ye. Lazim e dawî lê vê rewşa nehiqûqî bê anîn.

Bi kar û barê xwe yê siyasî ez tevlî nav refên Têkoşîna Rizgariya gelê Kurd bûm. Ez ê vê dewam jî bikim. Karên min ên siyasî ne 'teror' in, lê kirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd karên 'terorîstan' in.”

Dozgerî dixwaze 3 sal û 3 meh ceza li Merdan K. bê birrîn. Rûniştina biryara dozê wê 10´ê Sibatê pêk were.

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.