Karê xwe bikin

Duşem 14 Hezîran 2021 - 02:06

Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Evîn Tayboga bangî li Neteweyên Yekbûyî (NY), hikûmeta Iraqê û saziyên parêzvanên mafê mirovan kir, da ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ser penaberên Mexmûrê peywira xwe bi cih bînin.

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ku 12 hezar mirov lê dijîn, di 5’ê Hezîranê de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve careke din  hat bombebarankirin. Wargeh bi awayekî fermî girêdayî NY´yê ye, lê ji sala 2017’an ve Tirkiye 6 caran bi balefirên şer û dronan wargeh bombebaran dike. Lê ya ecêb ew e ku li dijî van êrişên li ser wargehê NY, Hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêmî deng ji wan nayê. 

Evîn Tayboga li ser armanca êrişên dewleta Tirk a li ser Memxûrê got, “Armanca êrişên dewleta Tirk a li dijî Mexmûr, Rojava û Şengalê ew e ku êrişî sîstema modela Neteweya Demokratîk a li van herêman tê bipêşxistin û dewleta Tirk vê ji bo xwe metirsî dibîne. Gelê Mexmûrê ji ber doz û azadiya xwe penaber bûye û di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye. Lê mixabin îro ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî Hikûmeta Iraqê li erka xwe xwedî dernakevin." 

Tayboga wiha dewam kir: "Dema mirov li cografya Mexmûrê mêze bike, Mexmûr sînoreke navbera xaka Kurd û Ereban de ye. Ji ber vê yekê ne Herêma Kurdistanê û ne jî Hikûmeta Iraqê li wargeha Mexmûrê xwedî derdikeve. Pêwîste Neteweyên Yekbûyî xwedî li vî gelî derkeve. Mafê her penaberekî li cîhanê çawa ye, pêwîst e bi heman awayî nêzîkî penaberên wargehê jî bibe. Sedemê penaberbûna me jî, ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk bû. Em baş dizanin ku armanca Tirkiyê ne PKK’ ye, armanc dagirkirina Kurdîstanê ye, ev yek bi kirinên wan dîyar dibe. Dewleta Tirk a dagirker her roj darên axa Kurdan dibirre û şewatê ber erdingarîya Kurdîstanê dide. Em gelê Wargeha Mexmûrê bi taybet bang li Neteweyên Yekbûyî û Hikumeta Iraqê dikin ku bi erka xwe rabin. Erkê destpêkê yê NY û Hikûmeta Iraqê ew e ku di aliyê piratîk de hinek gavan bavêjin.”

MEXMÛR

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.