Karê tenekeyan jiyana min e

Çarşem 10 Îlon 2025 - 15:15

  • Kalekî 70 salî ku zêdetirî 50 sal in karê çêkirina tenekeyan û kasibtiyê dike, ji kêmbûna daxwaza li ser berhemên pîşeya xwe bifikar e. Lê ew bi wê yekê serbilind e ku bi dehan kes fêrî pîşeya xwe kiriye û niha ew bûne xwediyên karên xwe.

Li taxeke navçeya Ranyayê, di dikana xwe ya biçûk ya tijî amûr û pêdiviyên çêkirina tenekeyan de, Mihemed Umer Ehmed, kalekî di 70 saliya xwe de, bi destên xwe yên westiyayî sobeyek kevn tamîr dike. Qirmiçkên di dest û tiliyên wî de şahidiya gelek salên kar û keda wî dikin.

Li gorî ku ew dibêje, wî di sala 1975’an de dest bi vî karî kiriye ku destpêkê ji vî karî biyanî bû û tenê şagirt bû. Her wisa got; “Em li gundan digeriyan û bi dînarekî me mencelên gundiyan spî dikirin. Piştre min hêdî hêdî dest bi karê tenekayan kir û ew bû çavkaniya dahata min.”

Mihemed Umer destnîşan kir wan li gundan sobe, tank, lûleyên sobeyê û heta gelek amûrên din çêdikirin û got; “Lê niha daxwaza li ser berhemên vê pîşeyê kêm bûye û pir kêm kes hewcedarê van tiştan in.

Ew karê xwe ji karê kargehê daîmî û îstîqrartir dibîne. Mihemed Umar dibêje, “Karê destan ji karê kargehê xurtir e. Kargeh girîngiyê nadin domdariya berhemê, lê karê destan domdartir e û bêhtir girîngiyê didin bedewiyê.” RANYA-ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.