- Berdevkê komîteya Aboriyê ya Mexmûrê, Mahîr Turgut: Ma PDK dihêle, çi cihê ku em miracaetî dikin, PDK piştre diçe û wê xira dike. Divê qeymeqamê navçeya Mexmûrê belgeyê amade bike û îmze bike. Lê qeymeqam jî PDK´yî ye. Em li rêyên çareseriyê bigerin jî ev qeymeqam dema pêdihese, yekser diçe û wê xirab dike.
IDRÎS KARA / MEXMÛR
Kar û xebatên Komîteya Aboriyê ya wargeha penaberan a Mexmûrê dewam dikin. Li wargehê êdî berhem tên hilberîn, niha Tehîn û Tirşî tê hilberîn. Tê payîn rîçal û helaw jî di demeke nêzîk de werin hilberîn. Lê PDK naxwaze Mexmûr û xelkê wê abora xwe bikin. Ji bo vê jî çi ji destê wê dike da ku Mexmûriyan asteng bike.
Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo ku xwe li ser pêyan bigire, hema bêje xwedî hemû saziyan e.
Wargeheke xweser e, xwediyê saziyên perwerde, şaredarî, meclîs, şofêr, karker, tendirûstî, çapemenî, dikandar û aboriyeke xweser e jî. Ji ber ku xelkê wargehê ji roja penaberiyê heta niha, rastî êrişan tên, pêwîst e di her warî de pêdiviyên xelkê xwe dabîn bike. Di nava van saziyan de yek ji yên herî girîng ya Aboriyê ye.
Li wargehê Komîteya Aboriyê sala 2017’an hat avakirin û dest bi karên xwe kir. Destpêkê Komîteya Aboriyê li ser aborî û projeyan semîner dan û bi xelkê wargehê re axivî. Di demên dawî de tevî astengiyên PDK’ê jî Komîteya Aboriyê dest bi kar û xebatên xwe kiriye, û dest bi hilberînê jî kiriye. Li ser kar û xebatên Komîteya Aboriyê, berhemên wê û astengiyên li ber karê Komîteya Aboriyê, berdevkê Komîteya Aboriyê yê wargehê, Mahîr Turgut ji me re axivî.
Mahîr Turgut bi bîr xist ku sala 2013’an ji bo Komîteya Aboriyê were avakirin, hinek gav hatibûn avêtin, lê ji ber êrişa DAIŞ´ê ya piştî bi salekê û pê re rewşa awarte ya li herêmê, wan nekariye karê xwe bimeşînin.
Proje hatin amadekirin
Turgut dibêje, destpêkê ew li ser çandiniyê, lawirvanî û dikandariyê bi xelkê re axivîne, hin lêkolîn kirine û li nihêrînên gel guhdarî kirine. Di encama nirxandinên gel de, 18 proje hatine amadekirin û Meclîsa Wargehê ev proje hemû jî erênî dîtine.
Lê hemû proje pêk nehatine; li gorî Mahîr Turgut ji ber rewşa herêmê ne aram e, ev proje pêk nehatine.
Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’a Tirk Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê, rêveberiya PDK’ê rê li ser wargehê girtin. Nexweşên giran jî di nav de ti kes ji Mexmûrê ji wê rojê ve nikare biçe herêmên PDK li wan serwer e.
Komîteya Aboriyê projeyên xwe hemû amade kirin, lê gava xwest wan di pratîkê de bi cih bîne, careke din astengî û rêgiriya PDK’ê derket pêş. Mahîr Turgut dibêje, heger rêgirî û zextên PDK’ê nebane, wan dê cihekî giştî yê kooperatîfê vekiribana. Lê PDK rê nade ku kel û pel bikevin wargehê, gefan li bazirganan dixwe, û astengiyan çêdike. Li gorî Mahîr Turgut, heger PDK nebûya asteng, wê ji sedî 70’yê projeyên wan bi ser ketibana.
Mahîr Turgut wekî din got, vê dawiyê kooperatîfa wan aktîf bûye û hevsengiya bazarê ya di wargehê de çêdike.
Berhem tên hilberîn
Mahîr Turgut diyar kir ku niha wan dest bi hilberîna berheman kiriye û ji bo vê jî di destê wan de 4 proje hene. Mahîr Turgut got, wan di Îlona 2020’an de dest bi çêkirina Tehînê kiriye û herî dawî jî Tirşî hatiye çêkirin. Niha halê hazir li wargeha Mexmûrê Tehîn û Tirşî tên çêkirin.
Di demeke nêzîk de kooperatîf wê helaw û rîçalê jî hilberîne û bişîne bazarê. Mahîr Turgut da zanîn ku ji bo vê jî wan hema bêje kar û haziriya xwe qedandiye.
Berdevkê Komîteya Aboriyê ya Mexmûrê, Mahîr Turgut diyar kir ku ji ber ku berhemên wan ji aliyê Iraqê ve nehatine fermîkirin, ew nikarin li derveyî wargehê bifiroşin.
Ma PDK dihêle!
Dema me ji Mahîr Turgut pirsî, bê ka ji bo çi belgeyên fermî nayên dayîn, bersiva wî dîsa îşaret bi PDK´ê kir: “Ji bo berhem ji derveyî wargehê werin firotin, pêwîstî bi belgeyeke fermî heye û me gelek caran miracaetî Iraqê kir. Lê ma PDK dihêle, çi cihê ku em miracaetî dikin, PDK piştre diçe û wê xira dike. Divê qeymeqamê navçeya Mexmûrê belgeyê amade bike û îmze bike.
Lê qeymeqam jî PDK´yî ye, yanî em li rêyên çareseriyê bigerin jî ev qeymeqam dema pêdihese, yekser diçe û wê xirab dike.”
Hedef 100 karker in
Niha li kooperatîfê 7 karker kar dikin û debara xwe dikin. Turgut dibêje, hedefa wan di demeke nêzîk de ew e ku destpêkê bikin ku 50 karker di kooperatîfê de kar bikin û piştre vê hejmarê bikin 100. Turgut got, ew dixwazin xelkê wargehê bi xwe debara xwe û abora xwe bike.
Li gorî Mahîr, heger ne ji ber rêgirî û astengiya PDK’ê baya, wan dikarî ji sedî 20’ê xurekê, li wargehê hilberînin.
Hêvî ji Hikûmeta Hewelêrê nema
Mahîr Turgut got, ti hêviya wan êdî ji hikûmeta Hewlêrê nîne, ji ber ku îro nexweşên giran jî û ti kesa din nikare biçe herêmên PDK kontrol dike. Ew dibêje, Iraq jî bi xwe rêzê li qanûnên xwe re nagire.
Mahîr Turgut herî dawî da zanîn ku ew ê tevî astengiyên PDK’ê jî kar û xebata xwe dewam bikin, bi taybetî PDK’ê bi vê rêgiriyê xwestiye lingê aboriyê li xelkê wargehê bibire, lê dîsan negihiştiye armanca xwe. Li gorî wî, xelkê wargehê karî li ser lingê xwe bisekine û rêgiriya PDK’ê jî pûç kiriye.