Karê Mîr tifaqa Êzîdiyan e

Sêşem 7 Adar 2023 - 00:51

Di dawiya meha Sibatê û destpêka Adarê de, di encama du êrîşên li dijî fermandarên YBŞ’ê û Asayîşa Êzdxanê de Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şerzad Qasim şehîd bûn. Êrişên li dijî pêşengên civaka Êzîdî, bû sedema nerazîbûnên tund ên xelkê. Bi vê êrişê re careke din, siyaseta qirêj a PDK’ê ya li ser Şengalê û bazariyên ku ji aliyê hêzên herêmî û hêzên navneteweyî ve li ser Şengalê têne kirin bûne mijar û rojeva Şengalê.

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar hedef û armancên van êrişan, siyaseta PDK’ê ya li Şengalê û bi taybet jî karên bi destê sîxuran têne kirin nirxand. Hemed Bişar her wiha li ser navê civaka Êzîdî û malbatên şehîdan, bangawaziyên girîng li Bavê Şêx û Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

 

PDK vegerê asteng dike

Hemed Bişar, êrişên li ser pêşeng û fermandarên civaka Êzîdî weke êrişên qirkirinê binavkir, hedef û armancên van êrişan jî wiha şirove kir: “Civaka Êzîdî beriya Êzîdxanê koka Kurdistanê ye û dixwazin koka me tine bikin. Gelek hedefên wan hene, niha deriyên wargehên Başûrê Kurdistanê têne girtin û gelê me vedigere Şengalê. Tevî van êrişan jî gel nasekine, hewl dide vegere. Bi taybet hedefa PDK’ê ew e ku gelê me venegere Şengalê, di bin hikmê wan de bimîne. Hedefa PDK’ê xilaskirina civaka me ye, dixwaze gele me bê tifaq bike, belav bike.”

Hemed Bişar destnîşan kir ku aliyên li ser Şengalê siyasetê dimeşînin li gor rewş û demê rêbazên êrişên xwe diguherînin û got;“Ji destpêkê heya roja me, bi balefirên şer û keşfê êriş dikirin, di van demên dawî de hewl dan tora sîxuran ava bikin û gelê me li hemberî me bidin karanîn. Ciwanên me dikşînin ba xwe û bi salan perwerde dikin, karîn ciwanên me bikin sîxurên xwe û hedefa dijmin bicih bînin. Bangawaziya me li gelê me ye, li her derê bila çavên wan li şervanên wan, li pêşengên wan be. Bila gelê me, çavên wan li zarokên wan be, da ku bikarin pêşiya van karên sîxurtiyê bigirin.”

 

Kî li gel dijmin be em ê bersivê bidinê

Hemed Bişar da zanîn ku MÎT’a Tirk jî ji bo avakirina tora sîxuran bi her awayî alîkariya PDK’ê dike û got; “Ciwanan dikin sîxur, îro hedefa wan ew e ku gelê me bê bawer bikeve. Civaka me ji qada leşkerî heta ya fikrî di hemû qadan de gavên pêş avêtine. Hedefa wan ew e rê li ber pêşketina gelê me bigirin, pêşketina gelê me bidin sekinandin. Hinek mirovên xwe firotine dijmin hene, em wan kesan ji xwe hesab nakin. Civaka Êzîdî kesek wisa ji xwe qebûl nake. Ew sîxur, eger li Başûrê Kurdistanê ne, eger li Şengalê ne, eger li cihekî cûda ne, cihê wan kesan di nav me de nîne. Em dibêjin, îro her kî ji dijmin re sîxurtî kir, her rojekî emê bersiva wan bidin. Em dibêjin, dijmin ti carî li te feyde nake. Ê feyde li te dike gelê te ye, erdê te ye, baweriya te ye. Weke din baweriya xwe bi kesî neynin.”

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar, her wiha bang li Bavê Şêx kir da ku li hemberî siyaseta ku li ser Şengalê tê meşandin bisekine, xwedî li civaka Êzîdî derkeve û bi van gotinan jî rexne li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir: “Hazim Tehsîn Beg ku Mîrê Êzidiyan e, eger daxilî vê siyasetê bibe em weke gelê Şengalê, weke malbatên şehîdan vê tiştî qebûl nakin. Îro li dewletan digere behsa Peymana 9’ê Cotmehê dike. Karê te ne tifaqa 9’ê Cotmehê ye, karê te tifaqa civaka Êzîdî ye. Karê te vegera koçberan e ku 10 sal in di bin konan de ye. Ji aliyê wan kesên ku tu piştgiriya wan dikî ve bi dehan hatine şewitandin, bi dehan bi avê ve çûne, bi dehan keçên me ji wan wargehan hatine revandin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.