Kanton bi Kurdî şa dibin

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 23 Îlon 2023 - 00:15

  • Înstîtûya Kurdî ya Swîsreyê li gelek navend û kantonan kursên Kurdî dide destpêkirin. Seroka înstîtûyê, Fatma Şik Barut da zanîn ku ew bi van kursan dixwazin li hember bişaftinê bisekinin û xwest xelk xwe li van kursan qeyd bikin.

Sala par, li Zurich, Winterthur û Schaffhausenê, kursên Kurdî hatibûn destpêkirin, îsal dê li Lozan, Cenevre, St. Gallen, Chur, Kloten û Rapperswil jî kursên Kurdî werin destpêkirin. Înstîtûya Kurdî ya Swîsreyê bi vî awayî dixwaze bi hêztir dest bi perwerdeya îsal bike. 

Li Winterthur, Schaffhausen, Vevey (Lozan), Bex (Lozan), Zurich û Cenevreyê dê sê pol werin vekirin. Her wiha ji bo li Bernê jî polek were vekirin, miracaet kirine. Li hin cihan li şaredariyan ev kurs pêk tên û li hin deveran jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ev kurs diçin serî. Li Winterthur û Schaffhausenê kursan dest pê kiriye. Lê dîsa jî ji bo kursên Kurdî, miracaet dewam dikin.

Em bi Serokê Înstîtîya Kurdî ya Swîsreyê Fatma Şik Barut re li ser xebatên înstîtûyê, sala perwerdeyê ya nû û her wiha kursên Kurdî axivîn.

Kurs ji bo piçûk û mezinan

Înstîtûya Kurdî ya Swîsreyê ji bo îsal girîngiyê dide zarokan. Barut da zanîn ku li hemberî bişaftinê perwerdeya Kurdî ya zarokan yek ji armanca wan ên sereke ye. Lê ew ê mezinan jî ji bîr nekin û ji bo wan jî ew dê kursan werin vekin. Barut got; “Kursên Kurdî yên ku em ê bidin destpêkirin, li gorî temenê zarokan diguhere. Zarokên 4 û 18 salî dikarin tevlî van kursan bibin. Her wiha em difikirin ji bo kesên temen mezin jî kursên nû vekin. Li gelek kantonan şaredariyan dibistan ji bo me texsîs kirine û kursên me dê li van dibistanan pêk werin. Haziriyên me yên ji bo vê yekê jî temam in. Li hin cihan hîna jî karên bûrokratîk dewam dikin, lê em bawer dikin, em ê di demeke kin de pirsgirêkan çareser bikin.”

Qeydên kursan dewam dikin

Barut da zanîn ku xelk dikare bi riya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ên ku li kantonan in, miracaetî kursan bikin. Her wiha e-maila înstîtûyê û navenda wê ya li Bernê jî xelk dikare xwe li van kursan qeyd bike. Barut got, “Miracaet ji bo her kesî ye. Qeydên me dewam dikin. Xelkê me dikare ji navnîşana info@ekurdi.ch e-maîlê bişîne. Lê bi awayekî rasterast jî dikarin bi rêveberiya înstîtûyê re bikevin têkiliyê û miracaetên xwe bikin. Li ser malpera me ya www.ekurdi.ch jî agahî hene, dikarin ji wir derbarê kursan de xwe agahdar bikin.”

Rê li ber bişaftinê digirin

Barut da zanîn ku ew ê bi hemû şêwezarên Kurdî kursan vekin û got, “Ji bo em rê li ber bişaftinê bigirin, em bi dibistanan re hevdîtinan dikin da ku perwerdeya Kurdî bidin. Bi saya NCDK´yan jî em xwe digihînin malbatan û xebatên xwe bi rêxistin dikin. Bi vî awayî em dixwazin xebatên ziman berfirehtir bikin û wisa bikin ku bênavber ev xebat bimeşin. Em ji hemû malbatên Kurdistanî yên li Swîsreyê hêvî û rica dikin, bila ji bo perwerdeya zimanê Kurdî, bikaranîn û bipêşxistina wî bixebitin û miracaet bikin. Ew dikarin bi rêya saziyan li kantonên ku lê ne, miracaetî dibistanan bikin û doza perwerdehiya Kurdî bikin.”

50 kesan sertîfîkayên Kurdî wergirtin

Kursên hatine destpêkirin û yên ku dê dest pê bikin, tenê ji bo Kurdan nînin. Barut bi bîr xist ku ev kurs ji bo her kesê li Swîsreyê hatin vekirin û got, “Serdama bihurî, me gelek kursên ku ji 3 mehan pêk dihatin, birin serî. Ji bo perwerdekaran jî me gelek semîner dan. Bi qasî 50 kesan sertîfika wergirtin. Ji bo îsal jî xebatên me yên bi vî rengî dê dewam bikin. Piştî ku qeydiyên kursan bi dawî bûn, kongreya me ya asayî dê pêk were. Bi vê wesîleyê em dibêjin, bila xelkê me yê Swîsreyê piştgiriya xwe ji bo Înstîtûya Kurdî ya Swîsreyê kêm neke û tevlî kongre û xebatên me bibe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.