Derket holê ku koma ku weke BladeHawk tê binavkirin herî kêm ji Adara 2020’an ve kampanyayeke sîxuriya li ser înternetê li dijî bikarhênerên Kurd ên înternetê bi rê ve dibe. Lêkolerê bernameyên sîxuriya elektronîk Lukas Stefanko ji bo şirketa ESET kar dike û li ser encamên analîzeke bernameyeke sîxuriyê ya ku armanca wê yekser bikarhênerên Kurd bûn, wî meqaleyek ji welivesecurity.com re nivîsiye. 

Li gorî agahiyên ew li ser analîzê dide, ev kampanyaya sîxuriyê ya li dijî Kurdan herî kêm ji Adara 2020’an ve dewam dike û dikare kevintir be jî. Li gorî analîzê, ev kampanya li dijî Kurdan, bernameyên sîxuriyê Android-Backdoors 888 RAT û SpyNote, bi kirasê sepanên rewa û qanûnî di nava bikarhênerên Kurd de belav dike. Ji bo belavkirinê ew profîlên Facebookê bi kar tîne. Ev profîlên hanê, nûçeyan ji Androidê û ji bo civaka Kurd û alîgirên wê diweşînin. Hin profîl jî bi qesd sepanên din ên sîxuriyê di komên Facebookê yên bi naveroka alîgirê doza Kurdan de diweşînin. Daneyên malpereke daxistina daneyan îşaret bi herî kêm hezar û 481 daxistinên ji URL’an dike yên ku reklama wan tenê bi çend parvekirinên Facebookê hatiye kirin.

Ev Android 888 RAT (bi Ingilîzî Remote Access Trojan yanî Troyan ji bo xwe gihandine ji dûr ve) berê ji aliyê ‘Kasablanka-Gruppe’ û ‘BladeHawk’ê ve hatibû bikaranîn. Herduyan navên cihê ji bo heman Android-RAT’ê bi kar anîn; yekê got, LodaRAT ya din got, Gaza007.

Hewl dane alîgirên partiyan pê bixin
Lucas Stefanco dibêje, ev kampanya girêdayî du bûyerên sîxuriyê yên sala 2020’an weşandî ye û di van bûyeran de navê koma êrişkar weke BladeHawk hatibû diyarkirin û ew jî ji bo vê komê heman navî bi kar tîne. Ew dibêje, wan 6 profîlên Facebookê tesbît kirine yên ku di ser wan re sepanên sîxuriyê yên Android hatine belavkirin. Di encama giliyê ESET’ê de her 6 profîl jî jê hatine birin. Didu ji van hesaban ji bo elaqedarên teknîkê bûye, çarên mayî jî xwe weke alîgirên doza Kurdî nîşan didan. Ev profîl hemû jî sala 2020’an hatine çêkirin û hema dest pê kirine ku sepanên sexte biweşînin. Herî zêde jî van hesaban hewl daye xwe bigihînin alîgirên partiyên Başûrî.

Ev bernameya sîxuriyê çi dike?

Android 888 RAT dikare fermanên ji servera xwe ya C&C bi cih bîne; dikare ji cîhazeke pêketî daneyan bidize, wan jê bibe, agahiyên li ser qeydiyên hesabên Facebookê dikare bidize, wêneyan bigire, wêneyên bikarhêneran bidize, ji telefona pêketî, telefon bike, peyamên SMS’ê bişîne û daneyên li ser rehbera telefonê yên li ser cîhazê bidizin û gelek tiştên din jî.

Ev kampanyaya ji Adara 2020’an ve tenê ji bo cîhazên Android e. Wê herî kêm bi 28 parvekirinên Facebookê bikarhênerên Kurd kirin armanc.

FRANKFURT