Girtiyê nexweş Nevzat Ozturk ev 31 sal in girtî ye û bi hincetên kêfî, nayê berdan. Ji bo berdana Nevzat Ozturk kampanya îmzeyan hate destpêkirin.

Girtiyê nexweş Nevzat Ozturk li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û beriya bi demeke kin, tehliyeya wî hatibû taloqkirin. Malbata Ozturk a li Elmanyayê, ji bo berdana wî kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Ev zêdetirî 31 salan e ku Ozturk,di hepsê de tê ragirtin û nexweşiya wî ya dil heye. Ozturk, sala 1992’yan hate binçavkirin, li Midûriyeta polêsan a Gayrettepeyê 14 rojan di nezaretê de ma û piştre jî Dadgeh Ewlekariyê ya Dewleta Tirk (DGM) biryara girtina wî da. Di dozê de Ozturk bi îdiaya “Parçekirina yekitî û yekparetiya dewletê” hate tawanbarkirin û cezayê muebetê lê hate birrîn. Ozturk, di vê pêvajoyê de li 5 girtîgehên cuda hate ragirtin.

Herî dawî jî ew sewqî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hate kirin û ev bû 31 sal û 4 meh ku di girtîgehê de ye. Ozturk, yek ji girtiyên nexweş e û înfaza xwe di 23’yê Hezîranê de temam kiribû. Lê belê ji ber rapora Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê nayê berdan. Tehliyekirina Ozturk bi sedemên weke “Ceyranê bi teserûf bi kar nayîne” û “Li pirtûkxaneya girtîgehê bi qasî tê xwestin pirtûk nexwendine” hat taloqkirin.

Malbata Ozturk li Elmanyayê ye û ji bo berdana Ozturk dest bi kampanyaya îmzeyan kir. Hûn dikarin xwe bigihînin malpera kampanyayê:

https://www.gfbv.de/de/aktiv-werden/kampagnen-petitionen/nevzat-oeztuerk-freilassen/

NAVENDA NÛÇEYAN