Kampanya li dijî sîlehên kîmyewî li Arjantînê
Şemî 5 Mijdar 2022 - 04:30
Kampanya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî ya ku li Arjantînê, Komîteyên Piştevaniya Kurdistanê daye destpêkirin, berfireh dibe.
Kampanyayê di 1'ê Mijdarê de dest pê kir. Qonaxa destpêkê ya kampanayyê ew e ku saziyên mafên mirovan ên di asta navneteweyî de bi bandor, bikevin nava liv û tevgerê. Qonaxa destpêkê wê heta 30'ê Mijdarê dewam bike.
Di mîtînga Dayikên Plaza De Mayo de ku her Pêncşemê li paytext Buenos Airesê tê lidarxistin, vê hefteyê daxuyaniya Komîteya Piştevaniya bi Jinên Kurd re ya Arjantînê hate xwendin.
Di mîtîngê de aktîvîst û nûnerên gelek saziyên mafên mirovan hazir bûn. Beşdaran nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî da û diyar kir ku ew ê piştgiriyeke xurt bidin kampanyayê.
Rêveberên kampanyayê jî diyar kirin ku ew ê karên xwe yên kampanyayê xurttir bimeşînin.
ANF/BUENOS AIRES