Parêzer Ridvan Şahîn diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê gelek binpêkirin hene û got: “Girtiyan ji me re gotin; ‘gardiyan me dixin odeyê, kamerayan digirin û li me dixin.’ Ev mînak, asta êşkenceya li wir tê kirin nîşan dide.”  

Li Tirkiyeyê çend salên dawî ji xeynî Tîpa F û Tîpa D, Tîpa S û Tîpa Y hepsên nû çêkirin ku şert û mercên wan pir xerab e. Nexasim ji Girtîgehên Tîpa S’yê timî xebera êşkence û binpêkirina mafê girtiyan tên. Yek ji wan Tîpa S jî li Îdirê ye. Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê di 20’ê sibata 2022’yan de girtiyê bi navê Sezer Alan û di 20’ê adara 2022’yan de jî girtiyê bi navê Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabûn. Rêveberiya girtîgehê jî bi îdiaya “xwe kuştine” hewl da bûyerê veşêre. 

Heta li Tîpa S a Îdirê ne tenê li dijî girtiyan her wiha li dijî parêzeran jî gelek binpêkirin hene. Parêzerê bi navê Ridvan Şahîn dema ji bo serdana miwekîlên xwe çûbû girtîgehê, rastî êrişa gardiyanan hat. Şahîn, him qala êşkenceya li girtîgehê û him jî qala bûyera derbkirina xwe kir. 

 

Eşkere êşkence dikin 

Şahîn dibêje li ser daxwaza malbatan û girtiyên çûne girtîgehê û wiha dipeyive:“Li ser vê yekê em 3 parêzer di 14’ê nîsanê de çûn serdana girtîgehê. Girtiyekî got; ‘Ez êdî nikarim vê rewşê ragirim, ez ê zendikên xwe bibirim.’ Piştî malbata wî em agahdar kirin jî em çûn girtîgehê. Dema li odeya parêzeran li bendê disekiniyan, dengê ‘wisa nekin, li serê min nexin’ hatin. Hevalên me yên parêzer jî gardiyan hişyar kirin da ku êşkenceyê nekin. Li ser vê yekê derdora 10-15 gardiyan bi ser me de hatin. Gardiyan li pey hincetekê bûn ku êrişî hevalên me bikin. Dema min xwest mudaxele bikim jî îcar êrişî min kirin.

Li berstûyê gardiyanan kamera hene

Dema em bi parêzerên din re axivîn me ferq kir ku ji bo êşkenceyê gelek giliyên din hatine kirin. Giliyên girtiyan hene lê serdozger daxwaza me ya hevdîtinê red kir. Çima naxwazin bi me re hevdîtinê bikin? Em bi xwe rastî êrişê hatin. Heke van tiştan bi parêzeran bikin, êdî texmîn bikin bê ka niha çi bi serê girtiyan tînin. Gilî hene ku kesên li girtîgehê dimînin ji meha çileyê heta niha di bin zextê de ne û rastî miameleya xerab tên.” 

Di berdewamê de Şahîn destnîşan kir ku Girtîgeha Tîpa S bi destpêkirina pandemiyê re hatiye vekirin û ev tişt anî ziman: “Piştî sala 2022’yan gelek giliyên êşkenceyê ji me re hatin. Tê îdiakirin ku du girtiyên siyasî xwe kuştine. Piştî van mirinan jî gelek êriş hatin kirin. Miwekîlekî min got; ‘Parêzer beg, gardiyan heqaretê li me dikin. Dema em bersiva wan didin jî me dibin odeyekê. Di halê hazir de li berstûyê gardiyanan kamerayeke ku deng û dîmen digire heye. Lê belê dema dikevin wê odeyê vê kamerayê digirin. Çawa bixwazin wisa li me dixin. Heta qelebalix tên û wisa li me dixin.’ Ev mînak, asta êşkenceya li wê derê nîşan dide.’’