Kameraya Gulistan û Hêro li erdê namîne

Sêşem 27 Tebax 2024 - 02:40

Bi destê dewleta Tirk a dagirker qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn li Ewropayê tê şermezarkirin. Di çalakiyên şermezarkirinê de hevkariya Barzaniyan a suîkasta terorî de hate destnîşankirin û hate gotin ew ê qelem û kameraya Tara û Bahadîn li erdê neyê hiştin.

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê Kurdistaniyan êrîşa terorî ya Tirk a li ser rojnamevanan şermezar kirin.

Di çalakiyê de Badîa Qamişlo axivî. Bedîa Qamişlo got,’’Xebatkarên çapemeniyê yên bi wesayîtê ji herêma ku ne qada şer bû, diçûn avahiya televîzyonê hedef hatin girtin. Ev bêhêzîtî û têkçûna dewleta Tirk nîşan dide. PDK a ku dagirkeriya dewleta Tirk rewa dike, berpirsyarê sereke yê van komkujiyan e. Divê ti Kurdekî bi şeref vê nemerdiyê û vê xiyanetê qebûl neke. ‘’

AKD: Em ê bêdeng nemînin

Piştevaniya Jinê ya Ewropayê (AKD) bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, şermezar kir.

AKD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker bi salan e li Başûrê Kurdistanê siyasetmedar û rojnamevanan qetil dike û got,’’Dewleta Tirk her nuqteya Başûrê Kurdistanê weke ku xaka xwe bombaran dike. Li hemberî şoreşger ên ku hildibijêre sûîqestan pêk tîne. Piştî serdana PDK'ê ya li Tirkiyeyê, êrîşên rejîma qesra faşîst bi hevkarî û piştgiriya PDK'ê tê kirin.’’

AKD’ê bi domdarî got,’’Em hevrêyên xwe û xwişkên xwe rojnamevan Gulistan û Hêro bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidomînin û hesab ji kujeran bipirsin.

Em Piştevaniya Jinê ya Ewropayê (AKD) li hemberî hemû hêzên mêtinger, dagirker û komkujer bêdeng namînin.’’

Em ê li dijî êrîşan rawestin

Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê ji bo rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê hatin qetilkirin, sersaxî hat danîn. Xwîşka Gulistan Tara ya mezin Ulkem Îsen beşdarî merasîma sersaxiyê bû.

Gelek rojnamegerên di saziyên Çapemeniya Azad de dixebitin, nûnerên Saziyên Kurd ên Demokratîk ên Elmanyayê û endamên KOMAW'ê beşdarî sersaxiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bûn. Wêneyên rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrîşê de hatibûn qetilkirin, hatin daliqandin.

Rojnameger Aysel Avesta piştî deqeyek rêzgirtinê axivî û got: "Hevalên me li her derê û di bin her şert û mercî de li dijî faşîzmê têdikoşin. Di encama îstîxbarata xiyanetê û êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Em hevalên wan ên rojnameger em ê kamera û pênûsên wan a ji bo heqîqetê bi kar bînin. Em ê li hemberî hemû êrîşên li dijî me tên meşandin bisekinin."

Xwişka Gulistan Tara, Ulkem Îsen jî di merasîmê de axivî. Ulkem Îsen diyar kir ku Gulistan Tara ji bo gelê xwe û heqîqetê keseke hestiyar bû û wiha got: “Ji doza xwe re pir dilsoz bû û bi ti awayî tawîz neda. Ez bi rûmet im ku hevalên wê û raya giştî bi vî rengî xwedî li wan derketin.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.