- Jinên Xwendekar ên ji Kurdistanê JXK û YXK îsal jî kampa xwe ya havînê ya ji rêûresmê li Eifela li NRW´ê organîze kir.
Jinên Xwendekar ên ji Kurdistanê û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (JXK û YXK) îsal jî kampa xwe ya havînê ya ji rêûresmê li Eifela li NRW´ê organîze kir. Kampê çar rojan dewam kir û ji seranserê Elmanyayê xwendekarên kurd tevlî bûn. Li kampê dersên Dîroka Kurdistanê û Jineolojiyê jî hatin dayîn.
Di dema kampê de filma Ji bo Azadiyê ya derhêner Ersîn Çelîk jî hat nîşandan.
Xwendekaran di kampê de banga beşdariya meşa xwe ya dirêj kir a ku wê 5´ê Îlonê ji Hannoverê dest pê dike û 11´ê Îlonê li Hamburgê bi dawî bibe. BONN