Johnson ji serokatiya partiyê îstifa kir
Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 22:24
- Serokwezîrê Ingilistanê Boris Johnson, piştî îstifayên li pey hev ên ji partiya xwe, biryar da ku dest ji serokatiya partiya muhafezekar berde.
Serokwezîrê Ingilistanê Boris Johnson, piştî îstifayên li pey hev ên ji partiya xwe, biryar da ku dest ji serokatiya partiya muhafezekar berde. Lê belê wê heta payîzê serokwezîrtiyê dewam bike.
Serokwezîr Boris Johnson doh ji serokatiya partiya muhafezekar îstifa kir. Lê Johnson wê heta payîzê wezîfeya serokwezîrtiyê dewam bike.
Partiya muhafezekar plan dike ku vê havînê rêveberiyeke nû diyar bike. Beriya konferansa partiyê ya Cotmehê, tê payin ku serokwezîrê nû jî diyar bike.
Ji sêşemê û vir ve ji hikumeta Johnson herî kêm 60 kesî îstifa kir ku pênc ji wan wezîr bûn.
Bi rojan e, ji bo îstifaya ji serokwezîrtiyê bang li Johnson tê kirin.
LONDON