Gelek malbatên Êzîdî ligel zor û zehmetiyan vegeriyan bajarokê Tilizerê û niha hewl didin dest bi jiyaneke nû bikin. Jinên li Tilizêrê diyar kirin ku niha gelek pirsgirêkên wan hene lê vegera Êzîdiyan û yekitiya Êzîdiyan wê wan pirsgirêkan ji holê rake. 

Êzîdiyên ku li wargehan hatibûn bicihkirin niha kom bi kom tên ser cih û warê xwe. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di sala 2020’î de banga vegerê li Êzîdiyan kiribû. Li ser bangewaziyan gelek malbat vegeriyan. 7 meh in şêniyên li bajarokê Tilizerê kom bi kom vedigerin ser axa xwe. Heta niha nêzi 400 malbat hatine bajarokê. 

Beyo Hisên û Kewê Sileman Milkoku jî ji wan kesan in ku vegeriyane cih û warê xwe. Her du jin niha li bajarokê Tilizera Şengalê ne.

Beyo dibêje; "Ev 7 meh in em vegeriyane, lê hikûmeta Iraqê pêdiviyên me bi cih neaniye û alîkariyê nadin me. Me êdî nexwest em li wargehên penaberan bimînin, ew der ne cih û warê me ne. Mirov dema li cih û warê xwe be ev beranberê her tiştî ye. Em îro ser ax, mal û waren xwe ne. Axa me cihe me yê herî pîroz e.”

Kewê jî dibêje; "Ne tenê em gelek malbat vegeriyan ser ax û warê xwe. Hatina me girîng e lê belê pirsgirêkên me jî hene. Niha pirsgirêka me ya sereke jî av û kehrebe ye. Wekî din, pirsgirêkên perwerdeyê yên zarokên me hene. Heta niha dibistan nehatine çêkirin û zarokên me nikarin xwendina xwe dewam bikin.”

Kewê, diyar kir ku divê çi dibe bila bibe Êzîdî vegerin ser axa xwe û got: "Em bi xwe gelê vê axê ne, û divê em xwedî lê derkevin.”

ROJNEWS/ŞENGAL