Jiyaneke bê Rêbertiyê nabe
Duşem 7 Nîsan 2025 - 03:40
- Abdulhafiz Çîftçî yê 84 salî û Herdem Aslan a 2 zarokên wê di Têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne tevlî meşa ber bi Amarayê bûn gotin:’’Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi Rêbertiya xwe re ne.’’
Meclisa Ciwanan a DEM Partî bi boneya sala 76’an a rojbûna Rêber APO, di 1’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi gundê Amarayê yê Xelfetî yê Rihayê ve meş da destpêkirin. Meş, 4 rojan domiya û li pey meşê biryardariya ciwanan a têkoşînê ma. Abdulhafiz Çîftçî (Mamo) ê 84 salî ku di gelek çalakiyan de li herî pêş cih digire jî tev li meşê bû. Çîftçî ku bi keyfxweşî û enerjiya xwe rengîniyeke mezin da meşê, her tim li herî pêş dimeşiya.
Berxwedan li ku ye Mamo li wir e
Çîftçî, herî dawî di 30’ê Hezîranê de bi fulara xwe ya sor beşdarî “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” bûbû ku li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin. Çîftçî, beriya niha jî tev li gelek meşan bûbû û li her pêş cih girtibû. Çîftçî, ji gundê Bayê yê Colemêrgê ye û piraniya emrê xwe bi şivantiyê derbas kiriye. Dema li gund, rastî zextên dewletê hat û neçar ma ku gundê xwe biterikîne û koçî navenda Colemêrgê kir. Zêdetirî salekê di Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê de ma û heta niha 11 caran hatiye binçavkirin. Çîftçî ku bi fulara xwe ya sor a bûye sembol û bi cilên Kurdî tev li meşê bû, 2 saet beriya daxuyanî û dayina startê dest bi gerandina govendê kir. Stranên herêma Botanê got û ciwanan jî li ber stranên wî govend gerand. Çîftçî, bû yek rêwiyên ewil ên ji Qada Şêx Seîd ber bi Amarayê ve. Çîftçî ku ji Amedê derbasî Sêweregê û ji wir jî derbasî Curnê Reş, Pirsûs û Xelfetiyê bû, li her cihê bêhn lê hatiye vedan bû sergovend. Çîftçî, bi enerjiya xwe hêzeke mezin da ciwanan.
Canê min feda be
Çîftçî ku xwe gihand Xelfetiyê, got:“Em her gav ji bo Rêberê xwe amade ne. Bi roja ye li gel ciwanan dimeşim. Em ê li vê derê bi coşeke mezin rojbûna Rêberê xwe pîroz bikin. Di sala 2015'ê de jî em ji Cizîrê bi rê ketin û tev li pîrozbahiya 4’ê Nîsanê bûbûm. Canê min bo Rêberê min feda be. Heke ew nebûya ez îro nedibûm. Jiyaneke bêyî Rêbertiyê nabe. Bi saya Rêberê me zimanê aştiyê pêş ket. Sedema hatina me ya vê derê, lêgerîna me ye. Me nexweşî jî dîtin, êriş jî dîtin. Lê di dawiya dawî de em baş bûn.” Çîftçî, anî ziman ku di 4 rojên meşê de rastî kelecanan ciwanan û “hişyarbûna” gel hatiye û got:“Ev yek, dilsoziya me ya bi rêya me ve nîşan dide. Her carê ev fulara sor di destê min de bû. Em vê meşê ji bo berdana Rêbertiyê dikin. Ez bi Rêberê xwe re ne. Wêneyekî wî bi min re heye û wî wêneyî vedişêrim.”
Dayîka 2 cangoriyan her li pêş e
Herdem Aslan a li navçeya Giyadîn a Agiriyê dijî û di 2 zarokên wê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de şehîd bûne. Herdem Aslan, demekî dirêj e di nava tevgera siyasî ya Kurd de cih digire û dibêje:“Rêbertiya me careke din j bo aştiyê bang kir. Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje.” Herdem Aslan a ku dibêje aştî tenê bi guftûgo û îradeya çareseriyê dibe, ji Newrozê heta rojbûna Rêber APO di hemû çalakiyên di tevahiya salê de bi cilên xwe yên kesk, sor û zer beşdar bû. Herdem Aslan a di her çalakiyê de li herî pêş bû, got:“Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em bi Rêbertiyê re ne.” Herdem Aslan, da zanîn ku kurê wê yê mezin Nîzamettîn Aslan di sala 1994’an de li Giyadînê tev li refên PKK’ê bû û got:“Dema li dibistana navîn dixwend, di demsala zivistanê de biryara tevlibûna refên PKK’ê da û bi tena serê xwe çû Çiyayê Tendurekê. Zivistanên vê derê gelek sar in û berf zêde bariya bû. Dema ji bo tevlibûna PKK’iyên li Çiyayê Tendurekê bibe çû, di bin berfê de ma ye. Hindik mabû biqerise. Birin û tedawî kirine. Dema xwe komî ser hev dike jî diçe tev li PKK’ê dibe.” Bi domdarî Herdem Aslan diyar kir ku kurê wê Turan Aslan jî bi salan piştre di 25 saliya xwe de dema li zanîngehê dixwend tev li PKK’ê bûye û got:“Turan, di sala 2012’an de tev li PKK’ê bû. Di sala 2017’an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.”
Em serbilind û serfiraz in
Herdem Aslan, got ku 2 zarokên wê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane û got:“Dixwazim êdî aştî çêbibe. Em tevek yek in. An em tevek dê di vê behrê de bixeniqin an jî em ê bi hev re rizgar bibin. Bila dayikên Tirk jî rabin ser pêyan û ji vê xwînê re bibêjin êdî bes e. Bila girtî bên berdan û zimanê me serbest be. Çi heqên Tirkan hebin bila yê me jî hebe. Tevî her tiştî em serbilind û serfiraz in.”
MA/AGIRÎ-COLEMÊRG